31 sal di ser enfala Behdînan re derbas bûn

25-08-2019
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
36 gundên Duhokê bi gaza sarîn û xerdel hatin bombebarankirin
36 gundên Duhokê bi gaza sarîn û xerdel hatin bombebarankirin
Nîşan Duhok Enfalm Bahdinan Gundê Burcînî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Di 25ê Tebaxa sala 1988ê de, rêjîma Baes ya Iraqê, dest bi pêleke Enfalê li devera Bahdînan kir. Bi hezaran kes şehîd bûn û hatin nebedîkirin. Di yekem rojên operasyonan de, 36 gundên deverê bi çekên kimyawî, bi gaza sarîn û xerdel hatibûn bombebarankirin.  


Di 25ê Tebaxa 1988an de operasyona Enfala heştê li devera Bahdîna dest pê kir, bi hzaran kes hatin enfalkirin û windakirin.  Hevdem ligel oprasyonê 36 gundên deverê hatin  kîmyabarankirin.

 

Gundê Burcînî yek ji wan gundan e ku 8 firokeyan 14 bombeyên kimyawî ji curê xerdel û sarîn lêdan û 5 kesan cane xwe ji dest dan.

 

Yek ji şahidhalên wê bûyerê Şemsedîn Ehmed ku ji mirinê rizgar bibû, ji Rûdawê re behsa wan rojan dike.

 

31 sal bi ser kîmyabarankirina gundê Burcînê de derbas bûne, lê Şemsedîn Ehmed wek duh bûue behsê wê rojê dike û dibêje  eger berzî û nizmî û jîngeha deverê keskatî neba ziyan dê gelek zêdetir ba.

 

Şemsedîn Ehmed got: “Dema êrişa teyaran xilas bû  me ji hev pirs kir ku kî ma kî nameye. Hesen, Nalya, Kurdî Hekîm, Dijwar û  Hediya kêm bûn. Her 5 kes ji yek male bûn.  Hecî  Omer jî kêmbû em lê geryanm me dît ku Hesen, Omer, Nalya, Dijwar û Hedya ketine erdê.”

 

Li bîra Şemsedîn e dema ê bilez û bez termên şehîdan veşartine û ji ber êrişên enfalan qesta sinoran kirine.

 

Nîwar ji malbatên şehîdane, gileyan dike ku her Çend Dadgeha Bilind a Tawanan biryar dane kesukarên enfalkiryan û şehîdên kimyawî bêne qerebûkirin lê hikumeta Bexda biryar bicih neaniye.

 

Di roja 25ê Tebaxa 1988ê 36 gundên parêzgeha Duhokê hatine kimyabarankrin û nêzîkî 30 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst