EFRÎN - Çekdaran du xwişkên astengdar girtin

05-02-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Revandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên Emşatê du xwişkên astengdar revandin.

Çalakvan û mafnasê xelkê Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên grûpa bi navê “Sultan Şah” ku wekî “Grûpa Emşat”ê jî tê naskirin, 31ê Kanûna Paşîna 2024an du xwişk ku astengdar in revandin.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku revandina her du keçan, piştî wê yekê bû ku ew hefteyek bû ji koçberiya Navçeya Şehbayê vegeriyabûn gundê xwe Kurzêla Cûmê yê nahiyeya Şêrawayê.

Narîn û Nazliyê Mihemed piştî vegera wan bi 2 rojan, ji aliyê çekdarên Emşatê ve hatin revandin.

Çekdaran ew birin Baregeha Îstixbarata Polîsên Sivîl a li bajarê Efrînê û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji ber ku ew her du keç astengdar in, tirsa kesûkarên wan li ser rewşa wan a tenduristiyê heye û dixwazin ku di zûtirîn dem de bêne berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst