Zahîr Kandaşoglu: Me ji bo çareseriyê 7 madde pêşkêşî Erdogan kirin

25-06-2022
Abdulselam Akinci
Serokê berê yê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Zahît Kandaşoglu
Serokê berê yê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Zahît Kandaşoglu
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Karsaz û Serokê Berê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê ragihand ku reşnivîseke çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Wanê pêşkêşî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye ku ji 7 xalan pêk tê.

Bajarê Wanê, yek ji bajarên girîng ên Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî. Xelkê Wanê giliyan ji wê yekê dike ku weke pêwîst sermayegûzarî û proje li bajarê wan nayên bicîhkirin.

Karsaz û Serokê Berê yê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê jî di dema serdana Serokomarê Tirkiyê bo Wanê de, reşnivîseke çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Wanê pêşkêşî wî kiriye ku ji 7 xalan pêk tê.

Serokê Berê yê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Zahîr Kandaşoglu di derbarê wan xalên reşnivîsê de ji Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.

Li ser pirsa “Hûn dikarin wan madeyên ku we weke reçete pêşkêşî serokomar kiribûn, yek bi yek ji me re bibêjin?” Zahîr Kandaşoglu wiha bersiv da:

“Belê, ezê yek bi yek bibêjim. Weke madeya yekê, min ji Serokomar re got ku divê deriyê sînorî yê Serayê ku ji ber Coronayê û krîza aborî hatibû girtin, bê vekirin û ji bo dema 24 demjimêran vekirî be. Nabe ku ew derî rojekê bê girtin û rojekê bê vekirin. Min got divê tim vekirî be û karê hinarde û hawirdeyê ji wî derî re bê kirin. Xala me ya yekê ev bû.

Weke xala duyem jî, min jê re got ku trafîka li nava bajarê Wanê gelek xirab e. Min got, tenê rêya me ya ewrîşmê heye û barhilgir jî ji wê rêkê re derbas dibin. Her wiha otomobîlên din jî tê re derbas dibin û me daxwaz jê kir ku ev pirsgirêka trafîkê demildest bê çareserkirin û rêkên nîvco bêne temamkirin û me ev rica jê kir.

Weke xala sêyem jî min ji Serokomar re got ku divê ji bo ciwanên Wanê ku hejmara ciwanan zêde ye, navendên werziş û sporê bêne vekirin. Yarîgehên me têrê nakin. Stadyûma nû ya Wanê nehatiye çêkirin û ya ku heye jî beriya 50 salan hatiye çêkirin. Her wiha em dibêjin, ev bajar navendeke girîng e. Di warê geştiyariyê de jî. Di salên 80yî de geştiyaran berê xwe didan Wanê. Wê demê kes nediçû Antalyayê. Di navbera Wanê û Tetwanê de kampên geştiyaran hebûn. Wê demê geştiyarên biyanî jî dihatin. Lê niha nikarin bên. Sedema wê jî ew e ku geştên me yên esmanî bo navdewletî nîn in. her wiha termînala Wanê jî têrê nake. Dema ku 5-6 balafir bihev re tên, termînala balafirxaneyê têrê nake. Xala me ya 4ê jî ev bû.

Weke xala pêncê jî me jê re got, li tevahiya bajarên Tirkiyê xelkê me lê hene û li wan bajaran dijîn. Niha tenê li navçeya Esenyurta Stenbolê zêdetir ji 500 hezar kes ji xelkê Wanê dijîn. Lewma me got, bi rêkên bejahî û bi otobûsan çûn û hatin gelek zêde ye. Lê me otogareke hêjayî Wanê tine ye. Bi rastî jî herin lê binêrin. Cîhê şermê ye. Li ti navçeyekê jî otogareke wiha xirab tine ye. Min ji birêz Serokomar xwest ku ew otogar zû bê çêkirin.

Weke xala 6ê jî, hûn dizanin em li vê navçeyê gelek girîngiyê didin çandinî û ajeldariyê. Lewra divê em girîngiyeke taybet bidin çandinî û ajeldariyê. Her wiha divê piştevanî li cotkaran bê kirin. Divê 20-30 pezan bidin her malbatekê. Divê em piştevaniyê li vegera gundan bikin. Eger ku em bikarin ajeldariyê weke serdema berê pêşbixin, wê hejmara ajelan zêde bibe. Weke mînak, min bixwe berê rojane 3-4 barhilgirên ajelan ên 3 qatî dişandin welatên Rojhilata Navîn. Wê demê hinarde hebû. Ev der navenda ajeldariyê bû. Bi rastî jî em her tim girîngiyê didin ajeldariyê.

Weke xala 7ê jî me daxwaz kir ku navendên teknolojiyê li Wanê bêne vekirin. Ji ber kireyên zêde û her wiha kêmasiyên di warê gihandin û xwegihandinê de, kompaniyên biyanî naxwazin bêne Wanê. Me got ku bila li vir navendeke bernameyên dijîtalî bê vekirin û kompaniyên dijîtalî yên biyanî jî bikarin bêne Wanê û li vir bicîh bibin. Bila em li vir cîhekê ji bo wê navendê destnîşan bikin û avahiyeke baş jê re çêbikin û jêrxana wê deynin û dema ku ev hemû hatin kirin û di warê telekomînîkasyonê de jî karê pêwîst hate kirin, wê gelek kompanî bên. Jixwe daxwxaza wan jî heye. Me got bila navendek be ku ji Elmanyayê, ji New Yorkê, ji Fransayê, ji Rûsyayê kompaniyên bernameyên dijîtalî dikarin bêne vir. Me bi vî awayî, 7 made weke çareserî pêşkêşî birêz Serokomar kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst