Xwendekareke 18 salî di Çemê Zapê de xeniqî

25-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qenahiyaza Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ser bi Duhokê ve keçeke xwendekara dibistana amadehiyê ket  çemê Zapê û xeniqî.

Mamê wê keçê Mûsa Temer ji Rûdawê re got, biraziya wî Ceylan ji bo ders bixebitê çûbû baxçeyê wan, lê ew ketiye nav çem û jiyana xwe ji dest dide.

Ceylan a 18 salî ku xwendekara pola 12emîn bû,  ji bo ezmûna zanîngehê amadehiya xwe dikir.

Mûsa Temer da zanîn, ku dema Ceylan ketiye çem, ji dûr ve ji aliyê masîgirekî ve hatiye ferqkirin, ew masîgir gihîştiye cihê bûyerê û Ceylan ji avê derxistiye, lê di wê demê de xeniqiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst