HPGê derbarê şerên li Heftenîn, Şemzînan û Cûdî daxuyanî da

25-06-2020
RÛDAW
Nîşan HPG Heftenîn Şemzînan Cûdî Kurdistan Artêşa Tirkiyê Gerîlayên PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê derbarê şer û pevçûnên li nav axa Bakur  û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand ku di encama wan şeran de 31 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî belav kiriye ku di encama êrişeke asmanî de 5 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê derbarê şerên li herêmên Heftenîn, Şemzînan û Cûdiyê de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê roja 23ê Hezîranê demjimêr 16.00 hêzên wan li Girê Şehîd Bêrîvan li herêma Heftenînê li dijî leşkerên Tirkiyê êrişek pêk anîne û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Her li gor daxuyaniya HPGê hêzên wan îro, 25ê Hezîranê li herêma Tepê Dûpişk li dijî leşkerên Tirkiyê “çalakiyeke suîkastê” encam dane û leşkerek kuştine.

HPGê belav kiriye, îro demjimêr 07.00, hêzên YJA Starê li Girê Şehîd Bêrîvan ên li herêma Heftenînê ji 3 aliyan ve li leşkerên Tirkiyê xistine û di encamê de 10 leşker hatine kuştin.

Derbarê şerên li herêmên Bakurê Kurdistanê jî HGPê belav kiriye, hêzên wan roja 22ê Hezîranê demjimêr 12.00an  li ser rêya di navbera qereqolên Xapûşkê û Silortê ya Şemzînana Colemêrgê li dijî wesayîteke leşkerên Tirkiyê êrişek pêk anîne û  “hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.”

HPGê diyar kiriye, roja 23ê Hezîranê demjimêr 06.00ê hêzên YJA-Starê li qada Girê Şikêr a Şemzînanê li dijî leşkerên Tirkiyê êrişek pêk anîne û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

Herwiha HPGê ragihandiye, roja 15ê Hezîranê demjimêr 21.00 hêzên YJA-Starê li devera Korsê ya Kiça ku dikeve herêma Çiyayê Cûdî li Şirnexê, karwaneke zirhî ya serbazên Tirkiyê kirine armanc  û di encamê de wesayîteke kirpî hatiye têkbirin û 13 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

HPGê teqîna li Silopiya Şirnexê jî ku roja 16ê Hezîranê çê bûbû û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn, li xwe girt û ew kesên ku hatine kuştin weke ‘kontra’ binav kirine û li gor HPGê wan kesan “xebatên rêyên leşkerî yên di navbera devera Dergûlê û Sefînê ya herêma Çiyayê Cûdî dikirin.”

Her di wê daxuyaniyê de HPGê ragihandiye ku roja 15ê Hezîranê li devera Tendurek a girêdayî navçeya Elbak a Wanê di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyê de şer qewimiye û di vî şerî de 3 gerîlayan canê xwe ji dest dane û gelek leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûnên li herêma Heftenîn a dikeve nav axa Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, êrişa bi navê ‘Pençe Piling’ li herêma Heftenînê bi “serkeftî” berdewam e û her li gor zanyariyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di êrişeke firokeyên wî welatî de li Heftenînê 5 gerîlayên HPGê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst