HPGyê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 4 gerilayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku 4 gerîlayan 11 Tabaxa 2018an li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:

- Osman Kiliç bi nasnavê Egîd Zaza, li Çewlîgê ji dayîk bûye

- Îslam Ozdemîr bi nasnavê Agir Umud, li bajarê Burdurê yê Tirkiyeyê ji dayîk bûye

- Abdurrahman Yaşa bi nasnavê Serhad Partîzan, li navçeya Sûrê ya Amedê ji dayîk bûye

- Dogan Yuzguleç bi nasnavê Xeyrî Azad, li Navçeya Westanê ya Wanê ji dayîk bûye.

Herwiha HPGyê da zanîn ku Osman Kiliç 2003yan, Îslam Ozdemîr, Abdurrahman Yaşa û Doagan Yuzguleç jî 2015an tevlî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst