Şandeke parlamentoya Yekîtiya Ewropayê gihîşt Hewlêrê

25-05-2022
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din ên herêmê bicivin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, “Sibeha îro Çarşembê 25ê Gulanê şandeke Komîteya Ewlehî û Berevanî ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê gihîştin Hewlêra paytext û biryar wiha ye ku endamên şandê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din ên herêmê bicivin.”

Derbarê armanca serdanê de, Dilawer Ajgeyî got, “Armanca wan ev e ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa ewehiyê ya Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî rewşa sînorê Şingalê, çimku ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê giring e.”

Şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewroapyê ji 7 parlamenteran pêk hatiye Nathalie Loiseau serokatiya wê dike.

Ew şanda Yekîtiya Ewropayê duh Sêşembê bi serdanekê gihîştibû Iraqê û li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîbûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst