Mereş: Keça polîsê efser bi çeka bavê xwe, birayê xwe kuşt

25-04-2024
RÛDAW
Nîşan Elbistan Efser Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşê keça rêveberê ewlehiyê bi çeka bavê xwe birayê xwe kuşt.

Bûyerê 21ê Nîsanê li taxa Kizilcaobayê ya navçeya Elbistanê ya Mereşê rû da.

Li gorî zanyariyan di navbera keça efserê polîs û rêveberê ewlehiyê yê Elbistanê Bahadir Taphasan, E.T.T ku 16 salî ye û birayê wê yê 21 salî Ruşen Sîna Taphasan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê E.T.T bi çeka bavê xwe gule li birayê xwe reşandin û ew bi giranî birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Ruşen Sîna Taphasan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê.

Ciwanê 21 salî tevî hewldanên bijîşkî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku E.T.T. jî piştî karûbarên îfadeyê ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst