Gola Wanê ji herî û lîmê tê paqijkirin

25-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Wanê ji herî û lîma ku di binê wê de kom bûye tê paqijkirin, û li gor zanyariyan heta niha 880 hezar metresêca ji rûberê binê wê golê hatiye pak kirin.

Ji bo pakkirin û pakhiştina Gola Wanê, şaredariya wî bajarî projeyeke daye destpêkirin.

Projeya ku ji aliyê Serokatiya Saziya Jîngehê û Rêveberiya Çavdêriyê ya Şaredariya Wanê ve tê meşandin, heta niha 880 hezar metresêca herî û lîma di binê golê de hatiye derxistin.

Li peravên golê bi dirêjiya 14 kîlometreyan 72 makîneyên kar bi 80 karmendan ve karê pakkirina golê dimeşînin.

Armanca wan ew e ku 2 milyon û 700 hezar metresêca herî û lîma kombûyî ya di binê golê de pak bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst