Rob Beynon: Hesta mirovî ya Şîfayê bi wan kesên ku hatine xelatkirin re heye

25-02-2024
RÛDAW
Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon peyamek ji Rûdawê re şand
Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon peyamek ji Rûdawê re şand
Nîşan Rob Beynon Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Clarissa Ward
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon ragihand ku guncaw e ku îsal Xelata Şîfa Gerdî ji Rêvebira Peyamnêrên Navdewletî ya CNNê Clarissa Ward re were dayîn.

Şîfa Gerdî 25ê Sibata 2017an li bajarê Mûsilê di dema tomarkirina çîroka komkûjiyeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Tora Medyayî ya Rûdawê wê demê biryar da, ji bo rêzgirtina karê jinên rojnameger ku rûmala şer dikin an raporên lêkolînan amade dikin Xelata Şîfa Gerdiyê çêbike

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di heftemîn sala xelatê de, di nav çend berbijêran de, nûçgihana tora nûçeyan a Amerîkî CNN Clarissa Ward wekî xelatgira Xelata Şîfa Gardî ya sala 2024an hilbijart.

Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon ji bo weşana taybet a Xelata Salane ya Şîfa Gerdiyê peyamek videoyî ji Rûdawê re şand.

Rob Beynon got, “Her yek ji wan kesên ku hatine xelatkirin leheng, zana û dahêner bûn lê ya herî girîng, ew hesta mirovî ya Şîfa bû ku me li gel dîtibû.”

Rob Beynon di peyama xwe de wiha got:

“Berî 7 salan, şerê navbera Pêşmerge û DAIŞê yê ji bo kontrolkirina Mûsilê berdewam bû.

Yek ji wan peyamnêrên herî zîrek û geş ku wê demê nêzîkî qada şer bû, keçeke bi navê Şîfa Gerdî bû. Peyamnêreke zîrek û zana bû, leheng bû.

Şîfa fêm kiribû ku li herêmên şer çiqas kes û malbat hebûn, hewqas jî êş û trajedî hebûn.

Çend sal berî wê demê, kompanyaya min di destpêka weşana Rûdawê de bû xwediyê wê rûmetê ku perwerde da Şîfa û hevalên wê. Belê, ez dibêjim perwerde lê wê ji destpêkê ve dizanibû çi dike û me tenê ew han da.

Ji bo me nîgeraniyeke zêde û trajediyeke mezin bû, dema Şîfa hat kuştin û bombeyeke DAIŞê pê de teqiya.

Şîfayê li ser hinek hovîtiyên DAIŞê lêkolîn dikir. Piştî mirina Şîfayê jî Rûdaw her sal xelata Şîfa Gerdî dide peyamnêreke jin a li herêmên şer.

Her yek ji wan kesên ku hatine xelatkirin leheng, zana û dahêner bûn lê ya herî girîng, ew hesta mirovî ya Şîfa bû ku me li gel dîtibû.

Her sal em hêvî dikin nakokiyên li cîhanê nemînin û sivik bibin lê wiha xuya ye ku em her sal bê hêvî dibin û îsal jî fikra me li ser şerê Xezeyê bû.

Guncaw e ku îsal Xelata Şîfa Gerdî ji bo Rêvebira Peyamnêrên Navdewletî ya CNNê Clarissa Ward were dayîn.

Clarissa yekemîn rojnamevana Rojavayî bû ku çû herêmên şer ên Xezeyê, serdana nexweşxaneyan kir û wêne û çîrokên wan belav kirin ku hemû cîhanê hest pê kir.

Em pesnê Clarissa Ward didin û pesnê mîrata Şîfa Gerdî jî didin. Herwiha em rêzê li wan kesan digrin ku çîrokên wan hatine bihîstin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst