Clarissa Ward: Rûbirûbûna bi mirovan re beşa herî dijwar a karê min e

25-02-2024
RÛDAW
Nûçegiha şer a CNNyê Clarissa Ward Xelata Şîfa Gardiyê ya îsal wergirt
Nûçegiha şer a CNNyê Clarissa Ward Xelata Şîfa Gardiyê ya îsal wergirt
Nîşan Clarissa Ward Xelata Şîfa Gerdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegiha şer a CNNyê Clarissa Ward Xelata Şîfa Gardiyê ya îsal wergirt.

Clarissa Ward bi karê xwe, ramanên xwe, kesayetiya xwe û wêrekî û jêhatiya xwe ve hêjayî Xelata Şîfa Gardiyê ya îsal hate dîtin.

Weke nûçegihan şer Clarissa Ward ne tenê milmilanêyan dişopîne lê di nav wan de dijî, henase dide û di nav toza şer de pirsên mirovî derdixe pêş.

Ji taxên wêran ên Helebê heta kuçeyên aloz ên Kabulê û kavilên hûrbûyî yên Xezeyê, Clarissa Ward ji veguhastina rastiyê dudil nebûye.

“Çîrokên nebihîstî dibihîse”

Bi şarezayiya xwe ya di şeş zimanan de, bi xelkên li qadên şer re dikeve têkiliyê, çîrokên nebihîstî dibihîse û ji cîhanê re vedibêje.

Wêrekiya wê gelek caran jiyana wê xistiye metirsiyê, ketiye bin topbaranê, rûbirûyê metirsiya revandinê û gefên berdewam bûye lê yek ji wan jî pêdagiriya wê nehejandiye.

Bi hicabeke reş, diçe hemberî çekdaran, derbarê komkujiyan de wan bi pirsên dijwar re rû bi rû dike.

“Çekdarên Talîbanê derî jê re vedikin”

Clarissa Ward kariye xwe bigihîne cihên ku ji bo rojnamevanên mêr qedexe û dijwar in.

Çekdarên Talîbanê derî jê re vedikin û dihêlin çîrokên jin û keçên wan bibihîse.

Serkeftina wê ne tenê ji ber wêrekiya wê ye lê di heman demê jêhatîbûna wê di warê vegûhastina çîrokan de, kiriye ku kêşeyên mirovî di nava şer û ceng de zelaltir xuya bikin.

Her ev jî bû kilîla bidestxistina heft xelatên Emmy, Xelata Peabodyê ya Baştrîn Çîrok û çend xelatên din ên navneteweyî.

“Min nedizanî ku dê bixwazim bibim rojnameger”

Nûçegihana Şer û Wergira Xelata Şîfa Gediyê Clarissa Wardê got:

"Destpêkê min nedizanî ku dê bixwazim bibim rojnameger. Bi rastî, bi salan min digot qey ez dê bibim aktor ji ber ku ez tevlî şanoyê bûbûm.

Paşê, di sala dawî ya zanîngehê de li Zanîngeha Yale ya Amerîkayê, 11ê Îlonê qewimî. Ji nişka ve min dît pir girîng e mirov bi rengekî di başkirina ragihandin û têgihîştina cîhanê de beşdar bibe."

Hewl dide di tariyê de çirûskeke hêviyê bigihîne temaşevanên xwe

Bi xebata xwe, Clarissa Ward hewl dide ku di tariyê de çirûskeke hêvî û dilovaniyê bigihîne temaşevanên xwe.

Clarissa Ward ji nûçegihanek wêdetir e, bûye nîşana hêz û bandora rojnamegeriyê, ew rastiyên tal ji me re tine ziman, nîqaşên girîng di azirîne û daxwaza guhertinê dike.

 

Clarissa Wardê herwiha got:

"Rûbirûbûna bi mirovan re beşa herî dijwar a karê min e. Eger ez li Rojhilata Navîn bim û ez bi serkirdeyekî Îslamî yê komeke çekdar re hevpeyvînê bikim û jê re bibêjim derewker an jî li ser tawanekî şer ji wî bipirsim, wê demê bo min tirsinak dibe.

Ez lewra vî karî dikim ji ber difikirim rola bingehîn a medyayê ew e pirsên ku temaşevan dixwaze bersiva wan bizanibe, bipirse.”

Sozdariya wê sînorê rojnamegeriyê derbas dike

Sozdariya wê ya ji bo vegûhastina rastiyê, sînorê rojnamegeriyê derbas dike.

Di sala 2016an de, Clarissa Ward çû Encumena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şahidiyê li ser rewşa mirovî ya li Helebê bide dema ku di bin bombebaran, topbaran û dorpêça hikûmeta Sûriyê de bû; Clarissa banga parastina sivîlên bêguneh kir.

10 sal e nûçegihana şer e

Claressa Wardê da zanîn ku zêdeyî 10 salan ew  nûçegihana şer e û got:

“Ez çûm Îraq, Efxanista, Xeze û her pevçûneke ku hûn xeyal bikin. Min qet tiştek wek Helebê nedîtiye. Tu aliyek li Helebê serketî nîne."

Dengê Clarissa di cihên herî bilind de deng vedide, tîne bîra cîhanê ku li pişt jimare û manşetan, bê hejmar mirov hene ku jiyana wan ji ber şer wêran bûye.

Xanima Brîtanî ya 44 salî ne tenê bûye rojnamevgereke serkeftî di heman demê de bûye parêzvaneke mirovî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst