Li Qoserê boriyên avdanê hatin şewitandin: Zerer zêdetirî 5 milyon lîreyên Tirkî ye

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Borî Qoser Şewitandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê boriyên avdanê yên welatiyekî ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatin şewitandin.

Li gorî zanyariyan zerera wî welatiyî 5 milyon lîreyên Tirkî ye ku dike derdora 161 hezar dolarên Amerîkî.

Bûyer şeva borî li gundê Xerabkortê yê navçeya Qoserê çêbû.

Li gorî îdiayan kes an jî kesên nediyar beşek ji borî û kelûpelên avdanê yên welatiyê bi navê Bedrettîn Karaboga ku di nav zeviyekî de hatibûn danîn, şewitandin.

Di demeke kurt de agir mezin bû. Li ser agahdarkirinê tîmên Parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê û agir vemirandin.

Bedrettîn Karaboga ragihand ku zerera wî gihiştiye 5 milyon lîreyên Tirkî ku dike derdora 161 hezar dolarên Amerîkî.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst