Li Mêrdînê qeza: 5 birîndar hene

15-06-2024
Nîşan Mêrdîn Qoser Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di qezayekê de 5 kes birîndar bûn ku yek ji wan pitik û 2 ji wan jî zarok in.

Li ser rêya parêzgehên Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirin û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di qezayê de pitikeke du mehî, 2 zarokên heft salî û 2 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û metirsî li ser jiyana pitikê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst