Komên çekdar û bermahiyên rejîmê hewl didin ewlehiya Rojavayê têk bidin

25-01-2025
Hisên Omer
Çekdar /Wêne: Ji vîdoyê
Çekdar /Wêne: Ji vîdoyê
Nîşan Komên Çekdar HSD Rojavayê Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li aliyekî komên çekdar li aliyê din bermehiyên rejîma berê ya Sûriyeyê hewl didin ewlehî aramiya Rojavayê Kurdistanê têk bidin

Çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" yên nêzikî Tirkiyeyê ji du aliyan ve êrişî derdora Girê Syriatelê û Pira Qereqozaqê ya li ser Çemê Feratê kir.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo rêlibergirtina van êrişan, şervanên HSDyê bi dronan êrişî pêgeh, erebe û tankên çekdaran û radareke artêşa Tirkiyeyê kir.

Li rojhilatê Dêrezorê jî, piştî ku li gorî daxuyaniya HSDyê hinek çekdarên ji bermayiyên rejîma berê û milîsên Îranê hewl da ku aramî û ewlehiya deverê têk bibin, hêzên Asayişê û şervanên HSDyê li navçeyê belav bûn û ewlehî û aramî anîn.

"Em ji bo ewlehî û aramiya herêmê karê xwe didomînin"

Fermandarekî Asayişa Rojavayê Kurdistanê got:

"Em ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê kar û erkên xwe yên ewlehiyê berdewam dikin.

Di nava du rojên borî de, hinek çekdarên girêdayî milîsên Îranê û bermayiyên rejîmê hewl da ku rewşê têk bidin.

Hêzên me yên Asayişê û HSDyê ew çekdarên ku êrişî malên taybet û giştî kiribûn girtin."

Di heman demê de li gel êrişên çekdarên Artêşa Niştimanî, êrişên çekdarên DAIŞê jî li ser xalên kontrolên Asayişa Rêveberiya Xweser zêde bûne.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka sala 2025an ve, çekdarên DAIŞê 13 êriş li navçeyên Rêveberiya Xweser kirine.

Di van êrişan de, 7 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye û çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst