Li Dêrsimê şaredarî û gel bi hev re rêyan paqij dikin

25-01-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Barîna Berfê Paqijkirina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dersîm a Bakurê Kurdistanê hefteyeke berf dibare û vê berfa zêde hem li navenda bajêr û hem jî li gund û gundikan bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir.

Serokê Şaredariyê dibêje ji ber tîmên wan yên heyî têrî paqijkirina berfê nekiriye banga hevkariyê kirine û welatî jî li ser vê bangê bejdarî kar û xebatên tîmên şaredariyê bûne.

Serokê Şaredariya Dersîmê Fatih Mehmet Maçoglu got “Ev 7 roj in berf dibare, ji ber vê yekê gelek rê hatin girtin, otomobil nikarin bikevin her derê. Me jî bang li gelê xwe kir, ew jî bi bêrên xwe hatin alîkariya me dikin, berfê paqij dikin. Ji ber hestiyariya gelê me, ez spasiya wan dikim.”

Li ser banga şaredariyê hejmareke welatî ku jin jî beşdar bûn bi awayekî zibare ligel tîmên şaredariyê berfa cade, kolan û ya ber dikanan paqij kirin û ev berf bi makîneyên kar bo dervî bajêr hate veguhestin.

Welatî Canan Aydogan dibêje “Em jî bi armanca hevkariyê hatin. Ev kar zehmete û  tenê wek karê mêran tê dîtin. Em jî hatin daku bîbinîn em jî beşek ji vê têkoşînê ne û dikarin bikin.”

Welatî Feyzi Konak diyar kir “Ji xwe dewlet tiştek nake. Bihayê mazotê zêde bûye. Gel, cîgir û serokê şaredariyê hatin cem hev û me rêyan paqij kir. Ji niha şûn ve jî em dê wisa bikin.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê dijwar derbas dibe û li gor agahiyên Rêveberiya Xizmetên Rê û Gihandinê  bi hezaran rêyên gund û gundikan hatine girtin. Li parêzgeha Dersîmê jî barîna berfê berdewam e û bilindahiya berfê li navendê gîhiştiye 2 metreyan û kar û xebatên vekirina rêyan didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst