GERMIYAN - Ji bo teslîm nebe bi bombe û guleyan êrişî polîsan kir

24-12-2023
Wêneyekî temsîlî / Arşîv
Wêneyekî temsîlî / Arşîv
Nîşan Germiyan Polîs Norincok Êriş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Germiyanê gumanbarê ku nexwest teslîm bibe bi narincok û çekan êrişî polîsan kir û du polîs birîndar kirin.

Polîsên Germiyanê şeva borî nîvê şevê ji bo desteserkirina gumanbarekî çûn gundê Salih Axayê yê Germiyanê.

Berdevkê Polîsê Germiyanê Elî Cemal Qedûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, gumanbarê ku nexwest xwe radestî polîsan bike narincok avêt polîsan û piştre gule li wan reşandin.

Elî Cemal Qedûrî da zanîn ku di vê êrişê de du polîs birîndar bûne.

Li gorî Berdevkê Polîsê Germiyanê, hem gule li polîsên birîndar ketine hem jî perçeyên narincokê.

Elî Cemal Qedûrî diyar kir, piştî vê êrişê hinek polîsên din jî hatine gund lê gumanbar reviyaye.

Li aliyê din, amaje pê hat kirin ku rewşa tenduristiyê ya her du polîsên birîndar baş e.

 Malbata wî red kir

Dayik û bavê gumanbar îdia kirin ku kurê wan narincok neavêtiye polîsan.

Dayika gumanbar Quran girt destê xwe û sond xwar û ji Nûçegihanê Rûdawê re got:

“Ez li ser mirina 4 kurên xwe sond dixwim ku kurê min ew bombe neavêtiye. Wan bi xwe bombe avêtiye.”

Bavê gumanbar jî bi çavên girî diyar kir ku tenduristiya wî nebaş e û ew dermanan dixwe û red kir ku êriş ji aliyê kurê wî ve hatibe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst