HESEKÊ - Ji ber bilindbûna nirxan xelk nikare pêdiviyên xwe yên rojane bikire

24-11-2023
RÛDAW
HESEKÊ - Ji ber bilindbûna nirxan xelk nikare pêdiviyên xwe yên rojane bikire
HESEKÊ - Ji ber bilindbûna nirxan xelk nikare pêdiviyên xwe yên rojane bikire
Nîşan Hesekê Hejarî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xelk ji ber bilindbûna nirxên keresteyan nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bikirin.

Bandora dolarê Amerîkî li bazara Hesekê zêde diyar e.

Şêniyê Hesekê Welîd Casim li ser bazarê got:

“Keresteyên xwarinê bi dolar tên kirîn. Heta hejmareke cureyên keskahiyê jî bi dolar hatine girêdan. Ev yek bandoreke zêde li asta debara jiyanê dike.

Em heqdestê xwe bi lîreyê Sûriyeyê werdigirin û bi dolar dikirin, lewma ev yek bandoreke mezin li debara jiyana me dike.”

Bandora şerê navxwe bi bilindbûna nirxan re xelkê kêm dahat û çîna hejar nikarin keskahiyên xwecihî jî bikririn.

“Xelk tenê xwe bi nên diqedîne”

Şêniyekî din ê ji Hesekê Xelîfe Humade jî anî ziman:

“Nirx bi giştî giran in û ev yek ne ji destê van dikandaran e, ev ji destê bazirganên bazara Mişêrfê ye. Kîloyek kartol bi 5 hezar lîreyan e.

Malbat hene nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bikirin, bi zorê nên dikirin, kesên hejar nikarin bacan û xiyaran bikirin, tenê xwe bi nên diqedînin.”

Dolarê Amerîkî ji dêvla lîreyê Sûriyeyê ji aliyê bazirganan ve bûye çavkaniya nirxandina hemû kereste û kelûpelan.

Dikandar Hebîb Mislim jî got:

“Bilindbûna nirxên keresteyan ji ber bilindbûna dolar e. Îro dolarek bi 14 hezar û 500 lîreyî ye.

Her tişt li bazarê heye lê bazirgan nirxan bilind dikin, geh dadixin û geh bilind dikin, bi giştî bihabûn heye.”

Li gorî çavdêrên pêwendîdar, daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê beramberî nirxê dolar û lawazbûna rewşa ewlehiyê bi giştî bandoreke rasterast li debara jiyana xelkê dike.

Navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de li ser asta dahata welatiyên navçeyên hikûmetê û navçeyên opozîsyonê baştir e.

Li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo malbatek bikare bi keramet bijî pêwîstiya wê mehane bi 200 dolarî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst