Bo ser Rêxistina CHPê ya Rihayê qeyûm hat danîn

24-11-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Riha Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) 5emîn Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê ya Enqerê, li ser serlêdana rêveberiyên berê yên navçeyan ku ji kar hatibûn dûrxistin, biryar da qeyûm li ser Rêxistina CHPê ya Rihayê bê danîn.

Serokê Şaxa CHPê ya Rihayê Hayrettin Cidir û rêveberiya wî, meha Sibata 2022ê ji aliyê navenda CHPê ve ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wî Ferhat Karadag wek serokê Şaxa CHPê ya Rihayê hatibû danîn. Diviyabû rêveberiya nû di nav 45 rojan de kongreya neasayî pêk bianiya.

Rêveberiya Ferhat Karadag jî, rêveberiyên navçeyên Wêranşar, Sirûc, Serêkaniyê, Karakopru û Xelîliyê ji kar dûrxistibûn. Hinek serokên navçeyan li dijî biryara ji kar dûrxistinê serî li dadgehê dan.

5emîn Dadgeha Hiqûqê ya Sulhê ya Enqerê, derbarê serlêdanê de biryara xwe da û qeyûm şûna Ferhat Karadag û rêveberiya wî danî. Li gor biryara dadgehê, Ahmet Budak, Zeliha Uyar, Îmam Ali Keskinbıcak, Îbrahim Halil Pakır û Nukhet Aktaş wek qeyûm bo ser rêveberiya Şaxa CHPê ya Rihayê hatin danîn.

Sekreterê Şaxa CHPê yê Rihayê Ronayî Paydaş ji Rûdawê re got: “Dadgehê biryarek daye, lê heta niha rêveberiya me nehatiye agahdarkirin. Xebera navenda partiya me jî ji biryarê nîne. Parêzerên partiya me beşdarî rûniştina dadgehê nebûne. Parêzerên me îro çûne Enqerê, dê di nav rojê de hûrgilî diyar bibin.”

Ronayi Paydaş derbarê hinceta dadgehê ya qeyûm de jî got: “Ji ber kongreya neasayî di nav 45 rojan de nehatiye kirin, ev biryar hatiye dayîn. Lê eger me kongre bikira dê ev kongre ne kongreya demokratîk bûya. Daxwaza navenda partiya me jî wiha bû.”

Ji aliyê din ve li navçeyên Serêkaniyê û Karakopruyê serokên ku ji aliyê Şaxa CHPê ya Rihayê ve ji kar hatin dûrxistin, dest ji kar bernedan û li ofîsên nû karên xwe berdewam dikin. Li her du navçeyan du şaxên CHPê hene û karên xwe berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst