Sitkî Zîlan: Partiyên Kurdan gelek in lê partiyeke nû jî mafek e

24-11-2020
RÛDAW
Sitkî Zîlan
Sitkî Zîlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji Hereketa Azadî parêzer Sitkî Zîlan ragihand ku 10 partiyên Kurdan hene û bi nêrîna wî pêwîstî bi partiyeke nû nîne, lê avakirina partiyeke nû jî maf e.

Ev demeke li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê behsa avakirina hinek rêkxistinên nû tê kirin weke partî, Saziyên Civaka Sivîl yan jî Komele. Serperiştiya van karan ji aliyê kesên cuda ve tê kirin.

Lîsteyên navan hatine amadekirin. Yek ji wan lîsteyan doh gihîşte ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê. Di encama lêkolînan de diyar bû ku navê gelek kesan bêyî agahdarkirina wan hatiye nivîsandin.

Bi qasî ku me karîbû me xwe gihande kesên ku navê wan heye û me xwest em zanibin ka ev çi mesele ye. Tiştê balkêş ew bû ku agahdariya piraniya wan kesan ji lîsteyeke wiha nebû. Parêzer Sitkî Zîlan, Lêkoler û nivîskar Ekrem Onen, Parêzer Sabahattîn Korkmaz û çend kesên din bi deng û bi nivîs diyar kirin ku ew ne agahdar in.

Di encama pêdaçûnê de diyar bû ku çalakvanê civaka sivîl û nivîskar Yahya Munis serperiştyarê vî karî ye, Rûdawê li gel wî jî axivî. Wî got, ev ne partiyeke siyasî ye lê amadekariyên avakirina Navendeke Stratejîk ya Lêkolîna Pirsgirêkên Civaka Kurd e.

Ji Hereketa Azadî parêzer Sitkî Zîlan beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî gotegoyên partiyeke nû tê belavkirin de axivî.

Sitkî Zîlan anî ziman ku herkes dikare ji xwe re partiyan ava bike, lê bi nêrîna wî pêwîstî bi partiyeke nû nîne û wiha pê de çû: “Heta niha 9-10 partiyên Kurdan hene, HDP, DBP û HUDAPAR nabêjin em partiya Kurdan e û behsa serxwebûna Kurdistanê nakin, lê partiyên din xwe weke partiyên Kurdistanî dibînin. Bi nêrîna min kêmasiya partiyan nîne, lê eger dîsa hinek kes bibêjin kêmasî heye û partiyên nû vekin ez kêfxweş dibim. Min ji ti kesî re negotiye em partiyeke ava bikin. ”

Zîlan bibîr xist ku aliyên Kurdî gelek civîn hevbeş saz kirine û yek ji wan jî ew bû ku di sala 2011an de li Amedê, “Konferansa Kurdistanê li Tirkiye” pêk anîn û wiha pê de çû: “Me di wê konferansê de çar daxwaz ji bo Tirkiyê diyar kirin. Yekem me got ku divê statuyeke fermî ji Kurdê were were danîn û zarokên Kurd bi kurdî perwerde bibin. Duyem bila siyaseta Kurd û Kurdistanê azad bibe û Kurd bikarin li ser navê xwe partî û saziyan ava bike. Me got ku bila Kurd li Tirkiyê werin naskirin. Bi hezaran kadroyên siyasî di zindanan de ne divê zindan bêne valakirin. Kî van tiştan biparêz em weke ya xwe dibînin û ligel wan in. Kî alî van neparêze jî em nabin neyarên wan lê em ligel wan jî nabin.”

Sitkî Zîlan herwiha amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirkiyê, Kurd û Kurdistanê înkar dike  û heta jê tê deriyan li ber digire û got: “AKP û hikûmeta bi dilûcan pêvajoya çareseriyê nedabû destpêkirin, bi zextên Ewropa û Amerîkayê bû. Amerîkayê hinek tişt bi zorê li Tirkiyê dane kirin. Aliyê ku Ocalan radestî Tirkiyê kirî kî bû, Amerîka ye. Tişta niha li Rojavajî dibe, Amerîka û Fransa dibêje werin em yekîtiya Kurdan pêk bînin, lê Tirkiye li dijî derdikeve. Derdê Tirkiyê ne PKK ye,Kurdistan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst