Li Şingalê yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê vekirin

24-10-2020
RÛDAW
Gora bikom a Kurdên Êzidî (Wêne: Fazil Hewramî-Rûdaw)
Gora bikom a Kurdên Êzidî (Wêne: Fazil Hewramî-Rûdaw)
Nîşan Şingal Gora Bikom Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şingalê îro dest bi qonaxa nû ya vekirina gorên bikom tê kirin û goreke bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê vekirin.

Li Şingalê bi amadebûna nûnerê UNITAD, serokê tîma lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî li tawanên DAIŞê li Iraqê Kerîm Ehmed Xan, balyozên çend welatan û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, dest bi vekirina goreke bi kom li Şingalê bê kirin.

UNITAD tîmeke taybet ya Netewên Yekgirtî ye bo lêkolînan li tawanên DAIŞê li Iraqê û bi biryara Civata Ewlehiya Netewên Yekgirtî sala 2017an hate avakirin .

Şêwirmendê sekreterê giştî yê Netewên Yekbuyi Kerîm Seîd Xan serokatiya vê tîmê dike.

Merasîmek ji bo vekirina yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî birêve diçe û ji sibê Yekşemê ve dest bi vekirina wê gora bikom tê kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê temenê hemû wan jinên di wê gora bikom de li jorî 40 sal bûye û xelkê gundê Koço ne.

Jinek ku li gel wan jinan bû ku ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin û niha rûfatên wan ji gora bikom tên derxistin, ji Rûdawê re ragihand, “dayik û xesuya min tê de ne… ew jî pîr nebûn.”

Li gor gotina wê jinê, dema çekdarên DAIŞê ew desteser kirin ji zilaman cuda kirin û “jin cuda û zilam cuda kuştin.”

Herwiha kesûkarên wan qurbaniyan daxwaz jî dikin, ku di zûtirîn dem de nasîn bo rûfatan bê kirin ku “bizanin gora wan li ku derê ye û serdana wê bikin.”

 

Sala 2014an çekdarên DAIŞê êrişî Şingalê kir û beşeke xelkê komelkuj û bêserûşûn kir. Hevdem bi dehan hezar Kurdên Êzidî jî koçber bûn.

Heta niha li Şingalê 80 gorên bikom hatine destnîşankirin. Meha Kanuna Yekem a sala 2019an rûfatên 235 Kurdên Êzidî ji gorên bikom hatin derxistin û bo Bexdayê hatin şandin.

Encama pişkinîna DNA ya wan rûfatan li Bexdayê temem bû, lêbelê ji ber belavbûna vîrusa Coronayê heta niha bi kesûkarên wan  nehatine dayîn.

 Sibe Yekşemê jî tîmeke 40 kesî dest bi vekirina goreke bikom a jinên Kurd ên Êzidî tê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst