CERABLÛS - Li ser deriyê bazirganiyê şer derket

24-09-2023
Hisên Omer
Artêşa Niştimanî û Heyeta Tehrîr Şamê şer dikin
Artêşa Niştimanî û Heyeta Tehrîr Şamê şer dikin
Nîşan Cerablûs Deriyê Hemranê Artêşa Niştimanî Heyeta Tehrîr Şamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber deriyê bazirganiyê yê Hemranê yê li Cerablûsê ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê şer derket.

Di navbera çekdarên Heyeta Tehrîr Şamê û Artêşa Niştimanî de, ji bo kontrolkirina Deriyê Hemran ê bazirganiyê yê Hemranê şer derket.

Deriyê Hemranê derdora 20 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarê Minbicê ye  û ji bo pevguhertina bazirganiyê ya navbera navçeyên Artêşa Niştimanî û Encûmena Leşkerî ya Minbicê tê bikaranîn.

Heyeta Tehrîr Şamê hêzên bi çekên giran ji bo navçeyê dişîne da ku wî deriyê bazirganiyê ji destê çekdarên Artêşa Niştimanî derxîne û kontrol bike.

Çalakvanê Efrînî Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got:

“Hêzên Tirkiyeyê jî ji bo rêgiriyê li Heyeta Tehrîr Şam bike,  tank û çekên giran li ser her du deriyên Dêr Belût û Xezêwiyê yên di navbera parêzgeha Îdlib û herêma Efrînê de bi cih kirine.

Çalakvanê Efrînî Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, ji bo ku rê li ber çekdarên Heyeta Tehrîr Şamê bigire, artêşa Tirkiyê çekên giran li ser her du deriyên Xezêwiyê û Dêr Belûtê bi cih kirine.

Heyeta Tehrîr Şamê 13ê Îlonê, hewl dabû deriyê Hemranê kontrol bike.

Çekdarên wê êrişeke berfireh biribû ser çekdarên Feyleqa 2yemîn a Artêşa Niştimanî.

Di encama şer û pevçûnan de, hinek çekdar ji her du aliyan hatibûn kuştin û hineke din jî birîndar bûbûn.

Şeva şemiyê, hevalbendên Tehrîr Şamê careke din dest bi êrişa ser deriyê bazirganiyê kir û heta niha şer berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst