Hakan Fîdan cara duyemîn bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

24-08-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hakan Fîdan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsa civiyan.

Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din saet 01:30î gihişt Balafirxaneya Hewlêrê û şev li Hewlêrê ma.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi beşdariya şandeyên her du aliyan li Hewlêrê saet 10:00an civiyan.

Hakan Fîdan piştî ve hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serok Mesûd Barzanî, Sekreterê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Îro êvarî dubare Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, piştî hevdîtina xwe ya duyemîn a bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, civînên xwe yên li Hewlêrê qedandin û ji Balafirgeha Hewlêrê ber bi welatê xwe ve çû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst