Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li Munîhê hevdîtinek kir

16-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hakan Fîdan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Munîhê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî û Fîdan alî li ser derfetên xurtkirina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re axivîne.

Herwiha di çarçoveya vê civînê de rûdanên giştî yên li herêmê jî hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bal kişandiye ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê.

Li hêla din, hevkariya di navbera her du aliyan de ya ji bo parastina aramî û ewlahiya her du welatan jî hatiye nirxandin.

Barzanî û Fîdan behsa hewlên dawiyên yên ji bo hinartina petrola Kurdistanê jî kiriye.

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de çend babetên din ên wekî “têkoşîna li dijî metirsiya terorê”, “karên hevbeş ên welatên herêmê yên ji bo parastina aramî û ewlehiyê” û “çend mijarên din ên di berjewendiya her du aliyan de” hatine nirxandin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull re jî civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst