Li Heseke nivîsarên dijî hebûna çekdarên Îranê hatine belavkirin

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Çekdarên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê nivîsarên dijî hebûna Îranê li navçeyê hatine belavkirin, di encam de istixbarata Sûriye 6 kes bi tohmeta belavkiirna wan nivîsaran li çargoşeya ewlekariyê girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê nivîsarên dijî hebûna Îranê li navçeyê hatine belavkirin, di encam de istixbarata Sûriye 6 kes bi tohmeta belavkiirna wan nivîsaran li çargoşeya ewlekariyê girtin, piştî lêkolînê her 6 kes hatin berdan, ji ber ti peywendiya wan bi wan nivîsaran nebû.

Di wan nivîsaran de hatiye gotin, “Çalakî û binpêkirinên çekdarên Îranê metirsiyê li ser tevna civakî û êlgeriya Heseke çêdike, ev jî ji ber ku Îran dixwaze guhertineke civakî di nav êlên Hesekeyê de çê bike da ku navçeyê kontrol bike. Em dibêjin na ji bo Hizbullaha Libnanî û na ji bo projeya Îranê. Bijî Heseke û Sûriyeya azad û serbilind.”

Di meha Temûza borî de jî, li çargoşeya ewlekarî li nav bajarê Heseke nivîsarên dijî hebûna Hizbullaha Libnanî û mîlîşyayên Îranê li navçeyê hatibûn belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst