Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê Fehmî Burhan diyar kir ku di rewşa heyî de li Kerkûkê serjimêrî pir metirsîdar e û bajar bi polîtîkayeke mezin a 'erebîkirinê' re rû bi rû ye.”
Hikûmeta Îraqê biryar da ku di Çiriya Paşîna 2024an de Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê jî di nav de serjimêriyê pêk bîne.
Piştî êrişên DAIŞê û bûyerên 16 Kanûna Pêşînê gelek Kurd ji Kerkûkê derketin û bi hezaran Ereb li Kerkûkê tên bicîhkirin.
“Serjimêriya li Kerkûkê dê pirsgirêkan kûrtir bike”
Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê Fehmî Burhan li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Fehmî Burhan amaje bi wê yekê jî kir ku di vê qonaxê de li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê, serjimêrî metirsîdar e.
Burhan diyar kir ku serjimêriya ku bi taybetî li Kerkûkê bê kirin dê pirsgirêkan kûrtir bike.
Burhan got ku pirsgirêka herî mezin a Kurdên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê siyaseta “Erebîkirinê” ye.
“Gavên nedestûrî”
Burhan tekez kir ku bicîhkirina Erebên hawirde li Kerkûkê ji texmînan zêdetir bûye û got, “Heta ku madeya 140 bikeve meriyetê, her gaveke ji bo guherîna demografiya bajêr hewldaneke nedestûrî ye.”
“Kerkûk bi Erebkirina etnîkî û mezhebî re rû bi rû ye”
Fehmî Burhan amaje bi wê yekê dike ku siyaseta 'erebkirinê' ya li Kerkûkê ne tenê di asta etnîkî de, di asta mezhebî de jî tê meşandin.
Burhan got, “Erebkirina Kerkûkê niha gihiştiye astekê ku ne tenê Erebkirina etnîkî ye lê belê Erebkirina mezhebî ye.”
Gund tên avakirin
Burhan diyar kir ku niha Ereb bi awayekî zelal diherikin Kerkûkê û got, Me bihîst ku li derdora Kerkûkê bi avakirina gundan Ereb, demografiya parêzgehê bi temamî xer dikin.”
Madeya 140 nehat bicîhanîn
Madeya 140 a Destûra Îraqê ku tê de "herêmên nakok" jî di nav xwe de dihewand û di sala 2005an de ji aliyê piraniya xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê ve hatibû pesendkirin, diviyabû heta 31ê Kanûna Pêşîna 2007an bihata cîbicîkirin.
Pêkanîna madeyê ji 3 qonaxan pêk tê: normalîzekirin, serjimartin û referandûm.
Lê heta niha tenê beşek ji qonaxa yekem hatiye cîbicîkirin lê 17 sal in qonaxa serjimêrî û referandumê nehatiye cîbicîkirin.
Di 16ê Çiriya Pêşîna 2017an de bi girtina herêmê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, xelkên Kurd ên herêmê koçber bûn û Erebên ku ji navçeyên naverast û başûrê Îraqê hatibûn, ji aliyê rêveberiya tayînkirî ve li herêmê hatin bicihkirin.
Hikûmeta Îraqê ji sala 2009an ve plan dike ku serjimêriyê bike, lê nakokiyên siyasî rê li ber van planê digirin.
Îraqê biryar dabû ku ji her 10 salan carekê serjimêrî were kirin.
Serjimariya nifûsê li Iraqê di salên 1927, 1934, 1947, 1957, 1965, 1977, 1987 û 1997an de hatiye kirin lê Herêma Kurdistanê tevlî serjimêriya dawî nekiribû.
Îraq niha ji xwe re serjimêriya 1957an wekî bingeh digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse