Li Sêwazê qeza: 9 kes birîndar bûn

24-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl lihev qelibîn û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Bûyer îro li ser rêya parêzgehên Sêwaz û Kayseriyê qewimî û du otomobîl lihev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlekê de û 4 kesên di otomobîla din de bi giştî 9 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Lêkolînê û Xizmetên Tendirûstî ya Zanîngeha Cumhuriyetê hatin veguhestin.

Li gor amarên fermî ji destpêka sala 2023an ve heta meha Hezîranê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne. Di heman navberê de bi giştî hezar û 345 kesan canê xwe ji dest dane û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst