Konsulê Îtalyayê: Em girîngiyê didin pêwendiyên xwe û Herêma Kurdistanê

21-01-2025
Nêçîrvan Barzanî û Tommaso Sansone / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Tommaso Sansone / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tommaso Sansone Îtalya Herêma Kurdistanê Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsolê nû yê Îtalyayê ji Serokê Herêma Kurdistanê re got ku Îtalya girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Konsolê Giştî yê nû yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî ji ber erkê wî yê nû Tommaso Sansone pîroz kiriye û jê re serkeftin xwestiye.

“Îtalya girîngiyê dide pêwendiyên xwe û Herêma Kurdistanê”

Li gorî daxuyaniyê, Tommaso Sansone "Kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê nîşan daye û ducare kiriye ku welatê wî bi giringiyeke mezin li pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre.”

Sansone her wiha gotiye, “Îtalya dixwaze di hemû waran de hevkariyên hevbeş ên di navbera wan de bi pêş bixe."

Li hêla din, hat gotin ku “pêwendiyê Îtalya û Herêma Kurdistanê, rewşa herêmê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş” jî hatine nirxandin.

Beriya Tommaso Sansone, Michele Camerota Konsolê Giştî yê Îtalyayê bû.

Michele Camerota 5ê Kanûna Pêşîn a 2024an xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwestibû.

Divê were gotin ku Îtalya di nava Koalîsyona Navneteweyî de ye û bi Îraq û Herêma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst