Li Kobaniyê 2 kesan xwe kuşt

24-03-2025
RÛDAW
Nîşan Kobanî Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 kesan xwe kuşt.

Di van demên dawî de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûyerên xwekuştinê gelekî zêde bûne.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, jineke 25 salî ku nû zewicî bû, ji ber sedemeke nediyar xwe li mala xwe ya li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobaniyê daleqandiye û miriye.

Bi heman rengî, xortekî li gundê Mezrî Ebrûşê yê li Kobaniyê gule berî xwe daye û xwe kuştiye.

Zêdebûna bûyerên xwekuştinê bandora zextên civakî û malbatî û aborî nîşan dide ku dibin sedema xwekuştinê.

Li aliyê din, SOHRê da zanîn ku 12ê Adarê li Îdlibê welatiyekî ji ber rewşa derûnî û jiyanî ya dijwar xwe ji serê xaniyekî avêtiye xwarê û miriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst