Li Başûrê Kurdistanê hêzên ewlehiyê derbasî nav kolanên bajaran bûn

24-03-2020
RÛDAW
Ji bo çavdêrîkirina qedexeya hatinûçûnê, hêzên ewlehiyê li tax û kolanên bajarên Herêma Kurdistanê hatin belavkirin.
Ji bo çavdêrîkirina qedexeya hatinûçûnê, hêzên ewlehiyê li tax û kolanên bajarên Herêma Kurdistanê hatin belavkirin.
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Silêmanî Coronavirus
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Rêkarên qedexeya hatinûçûnê li Herêma Kurdistanê êdî derbasî nav cade û kolanên bajar û bajarokan bûn û hêzên ewlehiyê di nava tax û kolanên bajaran de hatine belavkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tedbîrên xwe yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19 de tundtir kirin û hêzên ewlehiyê li tax û kolanên bajar û bajarokan bicih kirin.

Otombêlên polîs û asayişê û ambulans li pey hev li cadeyan digerin. Bi bilindgoyê, daxwaz ji xelkê dikin, ku li malên xwe bimînin daku parastî bin.

Tevî ku qedexe hatiye ragihandin, lê belê hejmarek hemwelatî li cadeyan tên dîtin, ku hejmarek ji wan bi rêpêdana fermî derketine û hin ji wan jî bê mohlet derketine.

Welatiyekî akinciyê Hewlêrê bi navê Rizgar ji Rûdawê re dibêje: “Ez karmendê resepsyonê me li Nexweşxaneya Hewlêrê û ez li dewamê bûm û niha jî rasterast diçim mal û min ji bo derketina derve rêpêdana fermî heye.”

Bedek Ehmed ku xelkê Duhokê ye, dibêje: “Ez cigarekêşim û cigara min nemaye, ez ji bo kirîna cigarê derketime derve, lê belê dukanên firotina cigarê hatine girtin.”

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dibêje, ku Korona di nav kolanan û xelkê de heye, ji ber wê jî li wan bi taybet Silêmaniyê tîmên gerok ên tendirustiyê belav kirine, û ew tîm pişkinînê bo xelkê dikin.

Welatiyekî din ê bi navê Ebdulxaliq Ewnî ku xelkê Silêmaniyê ye, li ser derketina xwe ya derve wiha ji Rûdawê re diaxive: Ez bi qasekî li malê bûm ku êdî bêzar bûm, lewma taqeta min nema û ez derketin derve û niha jî bo min îsbat bû ku Silêmanî gelek paqij e û jîngeha wê gelek pak e, ez dê hinek hewayê hilmijim û dê vegerim malê.

Hawkar Tofîq efserê Lîwaya Parastina Yek a Silêmaniyê jî hişyarî da û da xuyakirin: “Em hatine agahdarkirin ku Silêmaniyê di rewşeke metirsîdar de ye û Korona derbasî nav kolanan bûye, lewma em bo wan kolan û taxan hatine şandin, ku tevgereke zêde li wan heye, daku rewş ji kontrolê dernekeve.”

Berpirsê Kontrola Nexweşiyên Epîdemîk, Dr. Newroz Osman jî behsa metirsiya vîrusa Koronayê dike û dibêje: “Korona bi qasekî metirsîdar e ku di 100 salên bihorî de ti vîrusek evqas metirsîdar nebûye. Bi taybet di belavbûnê de bi qasekî bilez e ku ji hemû vîrsên din bileztir belav dibe û eger hemwelatî pabendî mana li malê nebin, dê karesat biqewime.”

Odeya operasyona rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Hewlêrê duh 23ê Adarê bi serpireştiya Waliyê Hewlêrê Firset Sofî civiyabû û biryar dabû ku hatinûçûna xelkê ya bi piyan jî li seranserê Hewlêrê û qeza û nahiyeyên wê were qedexekirin.

Odeya operasyonan a rûbirûbûna vîrusa Koronayê herwiha dabû xuyakirin, ku tevahiya hêzên ewlehiyê li cade û kolanên bajêr hatine belavkirin û her kes eger biryara qedexeyê binpê bike, dê lêpirsîn pê re bihê kirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kiribû, ku Market, firinên nan û nanpêjxane û ew cihên ku rêpêdana wan a karkirinê heye, eger pabendî tevahiya rênimayiyên tendirustiyê nebin, dê bêne girtin û lêpirsîn bi wan re bihê kirin.

Hevdem Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye, ku tevahiya hêzên xwe xistiye amadebaşiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst