Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr El Şamê berpirsê xwe yê ewlehiyê Ebû Mihcen El Heskawî berda.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bidestxistine, ji bo berdana fermandarê Îraqî Ebû Mariya El Qehtanî jî hevdîtin tên kirin.
Hinek fermandarên paye bilind ên Desteya Tehrîr El Şamê, zêdetirî 3 mehan e li Îdlibê têne girtin.
Heyetê heta niha hinek fermandarên xwe berdane.
Pisporê Karûbarên Grûpên Çekdar Hûmam Îsa derbarê bûyerê ji Rûdawê re axivî.
Hûmam Îsa diyar kir ku nêzîkî 200 kesî ji baskê Çekdar ê Desteyê hatine girtin.
“Ji bo berdana Qehtanî merc hatin rêzkirin”
Hûmam Îsa got:
“Niha ji bo berdana fermandarê Îraqê Ebû Mariya El Qehtanî, di navbera rêberê şandeya Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed El Colanî û Encûmena Şêwirê û baskê leşkerî de hevdîtin pêk tên.
Colanî ji bo berdana Qehtanî hinek merc rêz kirin.
Dibêje piştî ku Qehtanî ji girtîgehê derket, divê neçe gundewarên Helebê û rewta Şerqiye û Helebê ya girêdayî Ebû Ehmed Zekûr ku ji heyetê cuda bûye vekişîne.
Colanî pêşniyar kir ku Ebû Mariya Qehtanî di nav şandeya Tehrîr El Şamê de kar bike.
Piştî ku Cîhad Îsa El Şêx ku bi navê Ebû Ehmed Zekûr tê nasîn, xwe ji şandeya Tehrîr El Şamî cuda kir, roja 19ê Kanûna Pêşîn a 2023yan, hêzeke mezin a heyeta navborî êrişî baregeha wî ya li Ezazê kiribû.
Piştî şer û pevçûnên giran, Zekûr hatibû desteserkirin.
Hêzên Tirkiyeyê Zekûr ji nav destê çekdarên heyetê rizgar kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse