Wezareta Karên Navxwe ya Kurdistanê: PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevan kir

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê PKK Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku gerîlayên PKKyê li devera Amêdiyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevaniyê kir.

Wezareta Karên Navxwe di daxuyaniyekê de ragihand ku îro li devera navçeya Amêdiyê ya Dihokê gerîlayên PKKyê bi mûşekan êrişî Hêzên Zêrevaniyê kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Medyaya ser bi PKKyê ve nûçeyeke xapînok belav kiriye li gorî wê nûçeyê hêzên Pêşmerge li Amêdiyê êrişa wan kiriye.”

Wezareta Karên Navxwe got:

“Em ji welatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdistaniyên li seranserî cîhanê re radigihînin ku îro danê nîvro çekdarên PKKyê bi dehan kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê, bêyî rêzgirtin ji saziyên fermî û destûrî yên Herêmê re, zêdegavî li ser xaleke hêzên Zîrevaniyê kiriye.

Çekdarên PKKyê piştre jî bi mûşekan êrişî xala kontrolê yê Hêzên Zêrevaniyê kir û Hêzên Pêşmerge jî ji baregehên xwe xwe parast.”

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê vê yekê wekî “hewldan û kiryarên têkder û armanca têkbirina ewlehî û aramiya Herêmê Kurdistanê” dibîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Mixabin ew bûne beşek ji planên li herêmê yên li dijî qebareya Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê nabe meydana çareserkirina pirsgirêkên herêmê û em piştevaniya hemû hewl û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştî û aramiyê dikin.

Lê mafê parastinê ji bo hêzên me parastî ye û em bi tundî li dijî her hewleke armanckirina qewareya Herêma Kurdistanê û saziyên fermî radiwestin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst