Efrîn: Karvedanên li ser kuştina parêzerê Kurd Luqman Henan berdewam in

23-12-2022
Nebîl Omer Yûsif
Efrîn: Karvedanên li ser kuştina parêzerê Kurd Luqman Henan berdewam in
Efrîn: Karvedanên li ser kuştina parêzerê Kurd Luqman Henan berdewam in
Nîşan Luqman Henan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadweriya Efrînê û pizîşka dadê ya li wî bajarî derbarê candana parêzerê Kurd Luqman Henan di bin îşkenceyê de raporek belav kirin û tê de diyar dikin ku cihê xalên şîn û reş li ser aliyê rastê yê rûyê wî, zik û lingên wî hene lê red dike ku sedema candana wî îşkence be û dibêje, wî ji ber celteyê canê xwe ji dest daye. Parêzerê Kurd Hisên Neiso jî dibêje, ev yek tawan e û pêwîst e kesên tawanabar bêne dadgekirin û cezakirin.

Malbata wî û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê tekez dikin ku Parêzer Luqman Henan gelek caran hatiye girtin, tenê di rojekê de 3 caran û ji aliyê sê grûpên cuda ve hatiye girtin û li hember 7,500 dolaran hatiye azadkirin.

Karvedanên kuştina parêzerê Kurd Luqman Henan Hemîd ku duh di bin îşkenceya de di zindaneke Istixbarata Tirkiyê de berdewam in.

Dadwerê Dadweriya Efrînê Mihemed Îbo li gel alîkarê xwe Kemal Hac Elî û pizîşkî Şerîî Mihemed el-Seido û polîsan termê wî pişkinîn kirine û derketiye ku aliyê rastê yê rûyê wî û destê wî şîn û reş bûne, dema ku term qulibandine, heman şîn û reşbûn li ser pişt û lingên wî jî hene.

Dadwer dibêje, piştre pizîşkê dadî piştî pişkinîna term kiriye ji wan re gotiye ku ti şûna îşkenceyê li ser laşê wî nine û ti şikandinek jî nehatiye xuyakirin, sedema mirina wî jî li rawestandina dil vedigerîne ji ber celteyê. Piştre dadwer biryar daye ku term lêkolînê bi dawî bînin û term radestî kesûkarên wî hatiye kirin.

Parêzer û şarezayê karûbarê pizîşkên dadî ku bi ezmûna wî ya çend salan li gel pizîşkên dadî kar kiriye, ji Rûdawê re tekez dike ku pişkinîn û axeftinên dadwer û pizîşkê dadî yê Efrînê ne rastin û parêzer Luqman Henan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Parêzer Hisên Neiso got, “Em vê kiryarê wek tawaneke li dijî mirovahiyê dibînin. Banga me li rêxistinên mafnas ên navdewletî wan tawanbaran li dadgeheke rewa ji bo ku cezaya xwe werbigirin.”

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn  Sûriyê jî tekez dike ku Luqman Henan ji ber ku li dijî grûpên çekdar bû û alîkariya xelkê dikir li Efrînê, du caran hatiye girtin û cara yekemîn bi fidye û dana pereyan hatibû azadkirin lê Istixbarata leşkerî careke din ew girtibû.

Berdevkê Rêkxsitina Mafê Mirova ya Efrîn Sûriyê Îbrahîm Şêxo anî ziman, “Ew dîsa hatibû girtin, fidye jê dixwestin ku wî jî nedida. Helwestên wî yên li dijî hêzên dagirker wisa kir zilmê li wî bikin.”

Kesûkarên wî dibêjin, berî niha di rojekê de û sê caran û her carekê ji aliyê grûpekê ve hatibû girtin û her carekê lê dixistin û li hember pereyan dihat azadkirin, di rojekê 7.500 dolar dane grûpên çekdar.

Birayê Luqman Henan Cemîl Henan got, “Ji ber ku ew rê nîşanî wan kesên ku ji kampan vedigerin Efrînê dide, nedihîşt ew grûpên çekdar îstifadeyê bibînin.”

Luqman Henan xelkê gundê Hec Qasim yê nahyeya Mabata bû, temenê wî 45 sal bûn û li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê dijiya. Luqman Henan zewiciye û du keç û zarokên wî hene.  Duh di zindanê de hat kuştin û li goristana Zêdiyê ya bajarê Efrînê bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst