Li Colemêrgê qeza: 6 jê mamoste û xwendekar 11 birîndar

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 11 kes birîndar bûn. 4 ji wan birîndaran mamoste û 2 jî xwendekarên dibistanê ne.

Li gor zanyariyan îro roja Înê 23ê Kanûna 2022an minûbûseke rêwiyan, li bajarokê Beylan ê girêdayî parêzgeha Colêmêrgê, ji ber barîna berf û pûkê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 11 kesên di minûbûsê de birîndar bûn ku 4 kes ji wan mamoste û 2 jî xwendekarên dibistanê bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirûstî ya birîndaran baş e.

Di van demên dawî de bi taybet bi hatina demsala zivistanê, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûyerên trafîkê zêde bûne. Li gor daneyên saziya amaran a Tirkiyê (TUÎKê), di sala 2021ê de milyonek û 186 hezar û 353 bûyerên trafîkê li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbûne ku di wan de 5 hezar û 362 kesan canê xwe ji dest dane û 274 hezar û 615 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst