Nûçegihanên Rûdawê 2 xelat standin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) Tora Medyayî ya Rûdawê Abdulselam Akinci Şewket Herkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) xelat da 2 nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê.

38emîn Xelatên GGCyê hatin belavkirin û 2 nûçegihanên Tora Medyayî ya Rûdawê hatin xelatkirin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akinci bi nûçeya “Dengê di bin kavilan da fetisî” Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş stand.

Her wiha Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Enqereyê jî bi nûçeya “Azerbeycan û Ermenistanê şer kir: Kurd koçber bûn” Xelata Mansiyonê stand.

Nûçe û raporên Tora Medyayî ya Rûdawê îsal li cihanê gelek xelat standin.

Herî dawî nûçegihanên Rûdawê Abdulselam Akinci û Şewket Herkî ji aliyê GGCyê ve hatin xelatkirin.

Abdulselam Akinci Xelata Nûçeya Kurdî ya Herî Baş stand

Di nûçeya “Dengê di bin kavilan da fetisî” Abdulselam Akinci behsa serboriya jiyana Dengbêj Mihemedê Nenyasî kiribû.

Xwediyê gelek stran û dengê zîz û dilşewat dengbêjê navdar ê Amedê Mihemedê Nenyasî di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de tevî hevjîn û 3 zarokên xwe wefat kiribû.

13ê Sibatê termên cenazeyên hevjîn û 3 zarokên dengbêj Mihemedê Nenyasî hatin dîtin û ji bin xirbeyan hatin derxistin lê cenazeyê wî di bin xirbeyan de mabû.

Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî jî piştî bi çend rojan ji bin kavilan hatibû derxistin.

Şewket Herkî Xelata Mansiyonê stand

Li aliyê din, Şewket Herkî jî bi nûçeya “Azerbeycan û Ermenistanê şer kir: Kurd koçber bûn” Xelata Mansiyonê stand.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî ji bo veguhastina şerê Ermenistan û Azerbeycanê çûbû herêmê û pêşhatên dawî yên şer bi rêya Rûdawê ji cihanê û Kurdistanê re eşkere dikirin.  

Şerê her du welatan ên bi salan bandoreke mezin li Kurdên Qerebax û Laçînê (Kurdistana Sor) kiriye û bi hezaran Kurd koçber bûn.

Şewket Herkî behsa çîroka Kurdên Kurdistana Sor ên koçberbûyî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst