Yekîtiya Zanayên Kurdistanê: Terorkirina zanayên olî gefek mezin e!

23-11-2016
RÛDAW
Nîşan Mele Wuşyar Îsmaîl Hewlêr Yekîtiya Zanayên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Zanayên Kurdistanê bi daxuyaniyekî kuştina Mele Wuşyar Îsmaîl bi tundî şermezar kir û daxwaz kir, ku kujerên wî demek ji ya din zûtir bên girtin.

 

Yekîtiya Zanayên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku Mele Wuşyar xwedî rolekî çalak bûye û herdem ji bo perwerdekirina civakê kar kiriye, li dijî hizrê tundrewiyê jî dengek bilind derxistiye.

 

Di daxuyaniyê de êrîşa li dijî Mele Wuşyar weke êrîşa li dijî hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Hewlêrê hate binavkirin û hate destnîşankirin ku “şehîd kirina Mele Wuşyar ziyaneke mezin ê nîştîmanî, mirovî û civakî ye, ji ber ku di rojekî wiha de pêwîstî bi dengên hemin û avaker ê weke yê Mele Wuşyar heye.”

 

Yekîtiya Zanayên Kurdistanê herwiha diyar kir, ku kuştina Mele Wuşyar bûyereke pir metirsîdar e û gefek e li ser biratî, aştî û pêkvejiyanê.

 

Hêjayê gotinê ye ku melayê mizgefta Omer Bindiyanî ya Hewlêrê, Wuşyar Îsmaîl duh bi şev li taxa Şadiyeyê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin.

 

Asayîşa Hewlêrê jî bi daxuyaniyekî ragihand ku derbarê êrîşê de lêkolînan dest pê kiriye û heta bigihin encamp dê bi rijdî kar bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst