2 meh in bajarê Heseke bê av e

23-09-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Nebûna Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 2 meh dibin bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê bi sedema qutkirina ava Sentrala Ellok li bajarê Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve di krîza avê re derbas dibe.

Li gor Rêveberiya Ava bajarê Heseke, ev 2 meh dibin bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê bi sedema qutkirina ava Sentrala Ellok li bajarê Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye ve di krîza avê re derbas dibe, lewra xelkê bajar û derdorê neçar bûne avê ji sehrîcan bikirin, ev di dema ku neiha nexweşiya kolêrayê li navçeyê belav bûye, metirsî heye ava ku sehrîc ji cihên dûr tînin ne paqij û tendirust be.

Di Cotmeha 2019ê de artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriye bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagîr kirin.

Piştî dagirkirinê yekser ava Sentrala Ellok ji ser Heseke û derdorê ku zêdeyî yek milyon kes lê dimînin qut kirin, piştre bi navbeynkariya hêzên Rûsyayê ava Ellok bo Heseke hat şandin, lê her demekê ji aliyê grûpên çekdar tê qutkirin, ku ev 29 car in tê qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst