Li Qamişlo gazin ji karê dermanxaneyan tê kirin

23-09-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Dermansaz gazinan ji hebûna du desthilatan dikin
Dermansaz gazinan ji hebûna du desthilatan dikin
Nîşan Rûdawa Rojava Rojavayê Kurdistan Qamişlo Dermanxane Dermansaz Bawername
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanş dixwazin nirxê firotina derman li bajarê wan yekgirtî be. Dermasaz dibêjin, him Rêveberiya Xweser him jî hikûmeta Sûriyê bac û destûra kar ji wan dixwazin.

 

Li bajarê Qamişlo, ji bilî wan 7 dermanxaeyên ku ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin, 10 dermanxaneyên din ji aliyê hikûmeta Sûriyê jî hatin girtin.


Li Rojavayê Kurdistanê taybetî li Qamişlo çimkî herkes dikare dermanan bifroşe, ji aliyê tendirustî ve rê li ber metirsiya li ser jiyana welatiya vedibe.


Di van demên dawiyê de 10 dermanxane ji aliyê hikumeta Sûriyê ve li navçeyên di bin desthilatê wê de li bajarê qamişlo hatin girtin û herwiha li deverên dibin desthilata Rêveberiya Xweser de jî heya niha 7 dermanxane bi sedemên nebûna rêpêdanê û nebûna bawernameyan hatine girtin.


Derbarê vê mijarê de welatiyê bi navê Bavê Sîpan ji Rûdawê re wiha got: “Derman li dermanxaneyan hene, lê cûdahî di navbera nirxê wan de heye. Car caran ferqa  wan dibe 200-300 lîreyên Sûrî.”


Li Rojavayê Kurdistanê her dermansazekî xwedî bawername be û bixwaze dermanxaneyekê veke divê him ji RêveberiyaXxweser û him ji hikumeta Sûriyê destûrê werbigire û bi gotina wan ev yek li ser wan dibe bargiraniyek û carcaran ji ber nebûna rêpêdana aliyekî dermanxane tên girtin.


Dermansaz Îdrîs Şêxanî jî got: “Beriya niha dermanxaneyên me ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji ber nebûna şert û mercên pêwîst hatibûn girtin.”


Desteya tendirustiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi rêya Yekîtiya Dermansazan re çavdêriya nirxan û karûbarên dermaxaneyan dike.


Berpirsekî Yekîtiya Dermansazan Dr. Celal Eyûb dibêje ku ew hewl didin karê dermanxaneyan li gor pîvan û yasayan birêve biçe.


Dr. Celal Eyûb wiha got: “Di vê demê de me 7 dermanxane li bajarê Qamişlo girtin. Tevaya wan ne dermansaz bûn, tenê ji bo bazirganiyê vekirbûn. Kesên nexwedî bawername bûn lewma ji mafê me ye wek yekîtiya dermansazan, wan bigrin.”


Ji ber hejariyê, carcaran welatî bê ku serdana pizîşkan bikin dermanan bi awayekî rasterast ji dermanxaneyan dikirin, lê ji ber nebûna kesên pispor û xwedî bawername û nebûna çavdêriya pêwîst metirsî li ser tendirustiya xelkê û bi taybet zarokan çê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst