Davutoglu: Em dê pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûreke demokratîk de çareser bikin

23-08-2020
RÛDAW
Ahmet Davutoglu li Wanê beşdarî kongreya partiya xwe bû
Ahmet Davutoglu li Wanê beşdarî kongreya partiya xwe bû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu ragihand ku ew weke partî pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûreke demokratîk de çareser dikin.

Serokê Giştî Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu hewlên xwe xistine tevgerê daku bikaribin beşdarî hilbijartina bê bibin û biçin nav Parlamentoya Tirkiyê û divê çarçoveyê de roja Şemiyê 22ê Tebaxa 2020an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bû û yekemîn kongreya rêxistinên partiya xwe li Wanê û dehemîn kongreya partiya xwe li ser asta parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lidar xist.

Ahmet Davutoglu berê serokwezîrê Tirkiyê bû û 10 caran serdana Wanê kiribû, lê serdana wî ya vê carê bo Wanê ji serdanên berê cuda bû. Vê carê Davutoglu wek serokê partiyekê gotar xwe pêşkeş kir û behsa rol û girîngiya parêzgeha Wanê kir û amaje bi wê yekê jî da, di dema borî de li Wanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye ku wê heyama serokwezîr bû.

Davutoglu got: “Li Wanê min pêşwazî li serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kiribû, bo gihandina wê peyama ku hemû ew rêyên li vê navçeyê, li Anadolê ber bi Mezopotamya ve diçin, di Wanê re derbas dibin.”

Davutoglu rexneyên tund li desthilata AK Partiyê  girtin û bersiva wan rexneyên ku lê tên girtin da, ku dibêjin gotar û helwêstên wî yên niha nakok in ligel helwestên wî yên berê ku serokwezîr bû, û ragihand herdem tekezî li birayetiyê û dewleta yasayê û demokrasiyê dikir û wek partiya Siberojê pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûrekî demokrasî de çareser dikin.

Serokê Giştî Partiya Paşerojê herwiha got: “Di hemû qonaxên jiyana min de, wek kesekî akadîmî, wek wezîr û serokwezîr, di rûbirûbûna terorê de û di qonaxa aştiyê de, min berdewamî tekezî li birayetiyê û dewleta yasayê û demokrasiyê kiriye. Pirsgirêka Kurd di bingehê de ji ber kêmbûna mafên demokrasiyê li welatê me, keysbaziya vê kêmasiyê lixwe girtiye. Çareseriya vê rewşê rê li ber hemû corên cudabûnê li ser bingeha nasnameyê û cîbicîkirina destûrekî demokrasî ye, ku li ser bingeha serweriya mafên mirov û azadiyan û serbilindiya mirov tê darêjtin.”

Davutolgu behsa girîngiya bikaranîna zimanê Kurdî kir û amaje bi wê yekê da, fêrkirin û bikaranîna zimanê Kurdî ku zimanê dayikê ye li vê navçeyê, wek zimanê perwerdeyê û jiyana civakî, lihevkirina civakî bicih dike, û rexneyên tund li AK Partî û PKKê girtin derbarê danîna qeyûman li ser şaredariyan û got jî reforma îdareyên xwecihî ragihandine, ku nabe şaredarî ser bi wezareta navxwe bin.

Di berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu got jî: “Ev gelek sal in li Wanê û navçeyê krîzeke ciddî ya demokrasiya îdareya xwecihî di rojevê de ye. Mafê hilbijrtinê û xwehilbijartinê bi awayekî kirdar ji nav hatiye birin,  gurzeke mezine li demokrasiyê hatiy dan, piştevaniyeke bihêze bo rêxistina terorê. Hûn serokê şaredariyekê hildibijêrin, PKKê bi zora çekan qeyûmekî li şûnê datîne, eger hûn ji qeyûmê PKKê rizgar bibin, vê carê hikûmet qeyûm datîne. Herdû alî baweriya wan bi îradeya azadiya weltiyan nîne.” 

Partiya Paşerojê bi Serokatiya Ahmed Davutoglu ev 8 meh in hatiye damizrandin û heta niha li Êlihê, Erdexanê, Qersê, Amedê û Wanê li Bakurê Kurdsitanê û bajarên Antalya, Bartin, Zonguldak, Konya û Stenbolê li Tirkiyê û 147 bajarokan kongre xwe saz kiriye. Li 71 parêzgeh û 345 bajarokan nivîsgeh vekirine û xwe jibo hilbijartinên bê yên Tirkiyê amade dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst