Yenî Şafakê 15 baroyên Bakurê Kurdistanê kir hedef

23-07-2021
RÛDAW
Nîşan Yenî Şafak Baro Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Yenî Şafakê, baroyên Bakurê Kurdistanê yên li dijî êrişên nijadperest daxuyaniya hevpar dane, kir hedef. Serokên baroyan û hejmareke siyasetmedaran jî li hemberî nûçeya Yenî Şafakê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Rojnameya Yenî Şefakê ku alîgirê hikûmeta Tirkiyê tê naskirin, 15 baroyên Bakurê Kurdistanê yên weke bajarên Şirnex, Agir, Semsûr, Çewlîg, Riha, Colemêrg Wan, Êlih, Dêrsim, Amed, Mêrdîn, Mûş, Qers Sêrt û Bedlîsê li dijî êrişên nijadperest ên li Konya, Afyon û Enqerê daxuyaniyek hevpar dan, kir hedef.

Rojnameva navborî  îro 23ê Tîrmeha 2021ê bi manşeta “Baroyên Qendîlê” her 15 baroyên Bakurê Kurdistanê bi “provakasyona nijadî” tawanbar dike û îdia kir ku êriş wek bûyer asayî rû dane.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren li hember sernavê Yeni Şafakê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Yek ji diyardeyên nijadperestiyê li Tirkiyeyê ev nêzîkatiya di medyayê de ye. Zimanê ku hewl dide êrîşên bi nîjadperestî wekî paqij nîşan bide hewlên berdewamiya nijadperestiyê ne. Ez vê manşeta êrişkar a baroyan dike hedef şermezar dikim. Em dê hesabê vê hedefgirtinê li pêşber darazê bipirsin.”

Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses nûçe şermezar kir û got, "Ez vê sernavê, ku êrîşên nijadperestî wekî pevçûnek asayî nîşan dide û komeleyên baroyan dike armanc, bi tundî şermezar dikim. Ez bang li Konseya Çapemeniyê dikim ku li dijî vê sernavê ku piştgiriya kîna nijadî dike û hizra nexweûbînîtiyê  han dide tevbigere.”

Parêzerê Selahattin Demirtaş, Mahsuni Karaman jî nerazîbûn nîşanî Yeni Şafak da û got: “Serokê lexemkeran, bi sernavê xwe baroyan dike hedef. Ji ber ku tenê Baro mane nahêle tişta ku dixwazin bike. Ne ji ber ku tiştek dê biqewime, lê ji bo tomarkirinê, pêdivî heye ku gilînameyek tawanbar were kirin.”

Ji aliyê din, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî sernavê rojnameyê rexne kir û got, “Hûn ewqas hedê xwe nizanin ku li hemper êrîşên ku 15 baroyan bi zimanekî nerm bal kişandibû ser vê sernavê bikar tînin. Roja ku hûn li beramber darazî hesap bidin ne dûr e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst