Li Qersê zarok bi agir leyîstin: 20 ton giyayê ajelan şewitî

09-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Pevçûna Malbatan Kêr Qers Giya Şewitandin Agir Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di encama lîstîka hejmarek zarokan a bi agir de 20 ton giyayê ajelan şewitî.

Roja înê li gundê Wartaşênê yê girêdayî navenda bajarê Qersê dema zarokên E.A li ber derê malê bi agir dileyîstin, ji ber ba çirûskên agirê wan gihiştin komek giyayê ku bo ajelan hatibû dirûn.

Agir di demeke kurt de bi hemû loda giya ket.

Gundiyan destpêkê hewl da bi derfetên xwe agir vemirînin, lê nikarîn û tîmên agirvemirandinê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Agirvemirandinê yên Şaredariya Qersê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirandin.

Hat ragihandin ku ji ber agir 20 ton giyayê ajelan yê ajeldarekî xelkê gund şewitiye.

Bi nêzikbûna zivistanê re welatiyê ku giyayê ajelên wî şewitiye nîgeran e ka çawa careke din xwe bigihîne biharê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal êm û ka gelekî biha bûye.

Her tonek ka yan giya derdora 4 hezar û 500 heta 5 hezar lîreyên Tirkî ye.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst