Li quntara çiyayê Agirî lehî rabû

23-06-2021
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agirî Lehî Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idirê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema helandina  berfa quntarê  Çiyayê Agirî lehî rabû.

Ji ber ku berfa quntara  Çiyayê Agirî dihele av zêde diherike û bi xwere ax û kevir jî anîn deşta Idirê. Ava ku diherikê di cihoka çem de bi dîmenên balkêş bala welatiyên herêmê jî kişand.

Niştecihên gundê Ahura li derdora çem kom bûn û dîmênên lehîyê girtin.

Niştecihên gundê Ahura diyar kirin ku ev bûyer ji her 4-5 salan carekê diqewime û gelek caran ji ber lehî bi xwe re keviran jî tîne, zeviyên gund zirar dîbînin.

Yek ji niştecihên gundê Ahurayê Aydın Yikit, diyar kir ku ev bûyer 4-5 salan carekê diqewime.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst