Li Hewlêrê kesekî gulle berdan hêzên Asayişê: 3 kes birîndar bûn

23-05-2021
RÛDAW
Li Hewlêrê kesekî gulle berdan hêzên Asayişê. Wêne: Rûdaw TV
Li Hewlêrê kesekî gulle berdan hêzên Asayişê. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Asayişa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Hewlêrê tometbarekî gulle berdane hêzên Asayişê û di navbera wan de pevçûn derket, di bûyerê du karmendên Asayişê û jinek birîndar bûn.

Şahidekî bûyerê ku ji serbanê mala xwe ve dîmenên bûyerê dîtiye, ji Rûdawê re ragihand, du aliyan teqe li hev dikirin, hêzên Asayişê gulleyên hewayî diavêtin, lê aliyê din (mebest kesê tometbar e) gulle berdidan nava kolanê.

Bûyer îro demjimêr 10:30 sibehê û li nêzîk Mizgefta Xedîce ya Kobra û li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê çêbûye. Bi gotina şahidhalê bûyerê, kesê tometbar û hêzên Asayişê nêzîkî 10 xûlekan bi çekên Klaşînkofê teqe li hev kirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Hadî Selîmî jî ragihand, tîmên Şaxa Rûbirûbûna Madeyên Hişber a Asayişa Hewlêrê bi biryara dadwer xwestine kesekî tometbar desteser bikin, lê rûbirûbûn û pevçûn di navbera wan de derketiye.

Hadî Selîmî dibêje, piştî çend xûlekan ji pevçûnê, kesê tometbar kariye bi otomobîlekê ji destê hêzên ewlekariyê bireve û hêj nehatiye desteserkirin. Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ew otomobîla ku kesê tometbar pê reviyaye, ya wî bi xwe nîne û ya kesekî din e ku dizî ye.

Di bûyerê de, gulle li hejmarek otomobîlên welatiyan ên li kolanê jî ketine.

Asayiş û Polîsê Hewlêrê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî belav nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst