Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qurêderê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Qurêderê yê Dîlokê û parêzgeha Osmaniyeyê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.
Di encamê de 2 kesên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qurêderê.
Li seranserî Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa keşûhewayê bûyerên trafîkê zêde bûne û saziyên pêwendîdar hişyariyê didin ku tedbîrên pêwîst werin wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse