Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Kadîr Ç. diajot û otomobîla Mete M. diajot li Kolana Alî Ravî li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de Ayça û Hîlal Mya û Yildiray Ç, Gamze O, Eyup A. Fatma Ç. û Serdar Ç. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse