Amerîka û hevpeymanên wê siza bi ser Rûsyayê de sepandin

23-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo naskirina du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê wek du welatên serbixwe, Amerîka, Almanya, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê hejmarek siza bi ser Rûsyayê de sepandin.

Serokê Amerîkayê sepandina hejmarek ji sizayan bi ser Rûsya de ragihand, ku wiha dikin Rûsya ji sîstema darayî ya rojava veqete.

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê van sizayan de dibêje,“Êdî Rûsya nikare pereyan ji rojava werbigire û ne jî dikare bi qerzê nû bazirganiyê li bazarên me û Ewropa bike. Herwiha em sizayê bi ser hejmarekê ji kesayetiyên bilind ên Rûsya û endamên malbatên wan disepînin.”

Beşekî din ji sizayên Amerîkayê Banka Serbazî û Banka Geşepêdanê yên Rûsya li xwe digirin.

Berî wê jî Almanyayê ragihand ew projeya boriya NORD STREEM-2 radiwestînin ku ew jî wiha dike Rûsya hinardekirina 55 milyar metrekûp ji gaza siruştî di salekê de jidest bide.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz dibêje, “Bê guman, ji demeke dirêj ve, me amadekarî ji bo vê rewşê kiriye. Hêj sizayên me yên bêhtir li ber dest in, ku em dikarin cîbicî bikin, eger rêkarên bêhtir bidin ber xwe.”

Brîtanyayê jî siza bi ser pênc bankên Rûsyayê û sê milyarderên wî welatî de sepandin.

Serokwezîrê Brîtanyayê, Boris Johnson ragihand, “Ev beşê yekem e ji sizayan, ango beşê yekem ku me amade kiriye. Me sizayên bêhtir amade kirine ji bo ku ligel amerîka û Yekîtiya Ewropa cîbicî bikin, eger bê û rewş girjtir bibe.”

Yekîtiya Ewropayê, siza bi ser 351 endamên Parlementoya Federal a Rûsyayê de sepandin, ku deng bi nasandina Luhansk û Donetsk weke du welatên serbixwe dan.

Rûsya dibîne, eger dan bi serxwebûna wan du navçeyên cudaxwaz ên Ukrayna jî nedaba, welatên rojava her siza bi ser de disepandin.

Parlementoya Federal a Rûsyayê, hevdem glopa kesk ji bo Putin pêxist, ku hêzê li derveyî welat bikar bîne.

Li gor wê rêdayînê ku bi rêkeftina navbera Rûsya û herdu navçeyên Donetsk û Luhanskê hatiye dan, Moskow dikare hêzê ji bo piştgiriya cudaxwazan li dijî Ukrayna bişîne Luhansk û Donetskê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin amadebûna xwe ji bo wê gavê venaşêre.

Vladimir Putin li ser vê yekê dibêje, “Em bi rêya vê biryarê ronî dikin ku, heta milmilanî berdewam be, eger pêwîst be, em amade ne erkên xwe bicih bînin.”

Welatên rojava, wê amadekariyê ji bo dagîrkirina hemû Ukrayna dibînin.

Her ji bo wê yekê jî, Biden ragihand ku ferman bi şandina çekên bêhtir ji bo Ukrayna û bicihkirina hêzên bêhtir li welatên Baltîkê daye.

NATO bêhtir ji 100 firokeyên şerker û 120 keştiyên serbazî xistine amadebaşiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst