Tirkiyê Gare û Dêrelukê bombebaran kir

23-02-2021
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Gare PKK Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê 4 gundên devera Amêdyê li nahya Çemankê û navçeya Dêrelukê yên ku dikevin Çiyayê Gare, bombebaran kirin.

Berprisê ofîsa Rudawê ya Duhokê Nasir Elî aşkera kir ku îro pîştî nîvro, firokeyên Tirkiyê, sê caran gundên Bêrkyatê û Bêbadê yên sînorê nahya Çemankê bomberbaran kirin.

Li gor Birêveberê nahya Çemankê, Elind Emîrdibêje xelk li wan herdû gundan najîn lê nêzî deverên avedanin û Emîr got ku ziyanên canî nebûne lê tirseke mezin ketye nav xelkê.

Her wiha li dervera Nihêlê, li gundê Sora Sigêrê, firokeyên Tirkiyê, 2 car li ser hev bombebaran kirine. Li wê navçeyê jî xelk najîn lê gelek nêzî gundê Sergelê ye ku gundekê avedan e. Heta berya demeke kurt jî balefirên Tirkiyê hatinûçûn li esmanê wê navçeyê dikir û dengê wan dihat bihîstin.

Li gor çavkanyên Tirkiyê, firokeyên wan di 2 operasyonên cûda de çiyayê Gare û navçeya Dîrelukê li Amêdiyê bombebaran kirin û ragihandine ku armanca wan baregehên PKKê bûne.

Ji aliyê din Tirkiyê dibêje ku di operasyonekê de ku bi firokeya bê firokevan hatiye encamdan, berpirsekî PKKê yê bi navê  Mesûd Taşkin ku weke Tirkiyê dibêje berpirsê veguhestina teqemeniyan bo nav Tirkiyê bû, di 20ê Cotmeha 2020an bûye aramnca wan firokeyan.

Tirkiyê dibêje dema ku wî berpirsê PKK û çend kesên din xwestine teqemeniyan ji sinorê Sûriyê veguhêzin nava Tirkiyê de bûne aramnca êrîşa firokeyên bê firokevan.

Tirkiyê dibêje ew kes berpirsê wan teqîn û êrîşan bûye ku sala 2015 li Silopiyê û  2016 li Cizîrê êrîşî ser polîsan kirine û çend polîs kirine aramnc.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst