Îfadeyên kesên ku 5 welatiyên Duhokî li Nisêbînê kuştibûn derketin

23-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Nisêbîn Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 gumanbarên êrîşa li ser rêya Nisêbînê ku têde 5 welatiyên Başûrê Kurdistanê hatibûn kuştin bi biryara dadgehê hatin girtin û kesek jî bi mercê kontrola dadî hat berdan. Yek ji gumanbaran F.A. îdia kir ku A.K cînayet kiriye, A.K. sûc xistiye stûyê F.A.

Rûdawê xwe gihand îfadeya beşek ji wan tohmetbaran. Li gor wan îfadeyan tohmetbarê bi navê F.A di îfadeya xwe de diyarkiriye ye ku berî êrîşê hinek kesên “ji dewleta kûr” gef li wî xwarine daku êrîşê pêkbîne û dibêje: “Min û A.K ti deyn  nîn in. A.K bi rêya kesên bi navên Tolga, Mehmet û Ugur gef li min xwarin. Min derdora 400 hezar lîre pere şandin, li bankeyan dekontên wan jî hene.” Tohmetbar A.K jî îfadeyên xwe yên li navenda Cendermeyê dûbare kirin û îdia kir  ku F.A ew kuştin pêkanîne û got: “Dema F.A ji Iraqê hat, em li mala hevalê min  yê Ç. civiyan. Roja ku bûyer pêkhatiye, em li mala hevalê min yê Ç. civiyan. Deynê min û F.A hebûn. Me biryar da ku em ew kesên ji Iraqê bên bişelînin. Min şofêrtiya otomobîlê kir, me otomobîleke reş ya ji rêzê şopand. Min çek jî nexist destê xwe.” Tohmetbar A.K derbarê ew kesên ku F.A wek kesên ji “dewleta kûr” bi nav dikirin de jî got: “ Mijara Tolga, Ugur û Mehmet ku di îfadeyên F.A de derbas dibe rast e. Ev ew kes in ku min di xeyala xwe de çêkirine.”

Şeva 19ê Çileya 2023an li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya  Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 6 kes hatibûn desteserkirin.

Peyamanêrê Rûdawê ku di çarçoveya şopandina dosyeyê de li Mêrdînê bû ragihand ku ji 6 gumanbaran,  5 ji wan roja îro Dûşembê  23ê Çileya 2023an piştî temambûna karûbarên îfadeyê li dozgeriyê bo Dadgeha Mêrdînê hatine birin.

Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên F.A., A.K., Ç.B., M.Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê bo Dadweriya  Sulhê ya Cezayê hatin şandin.

Ji gumanbaran A.K îfadeyên xwe yên li navenda cendermeyan dûbare kirin û got ku kesê bi navê F.A ew kuştin pêkanîne.

Lê F.A jî di îfadeyê xwe de got ku A.K her 5 welatî kuştine û tehda li wî hatiye kirin. Piştî îfadeyan  dadwer dadwer derbarê F.A., A.K., Ç.B. û M.Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Rûdawê xwe gihand îfadeyên tohmetbarên êrîşê

Li gor wan îfadeyan tohmetbarê bi navê F.A di îfadeya xwe de diyarkiriye ye ku berî êrîşê hinek kesên “ji dewleta kûr” gef li wî xwarine daku êrîşê pêkbîne û dibêje: “Min û A.K ti deyn  nîn in. A.K bi rêya kesên bi navên Tolga, Mehmet û Ugur gef li min xwarin. Min derdora 400 hezar lîre pere şandin, li bankeyan dekontên wan jî hene. Min bi rêya  Western Union şandin. Li Nisêbînê dû caran tûp teqiyabû. Gef  li min dixwarin ku dê li mala min jî tûp biteqînin.  Digotin ku ew ji dewleta kûr in. Ev peyam ji hejmara telefonê ya A.K. li ser Whatsabê ji min re dihatin. Peyam ji wî cihê  ku kurê min lêbû dişandin. Ji bo ku zerer neyê zarokên min gef dixwarin, ez jî neçar dimam ku pere ji wan re bişînim.”

F.A ameje bi wê yekê daye ku ew rojek berî êrîşê hatiye Tirkiyê û dibêje: “Roja din li ser hejmara wahtsabê ya  A.K, ji kesek bi navê Tolga ji min re peyam hat. Peyamek wiha hatibû ku hûn dê kesek Iraqî bişelînin. Ji telefona A.K bo min hatibû şandin. Dema min ji A.K pirsî wî jî got  ku heman peyam ji wî re jî çûye. Hatibû nivîsîn “ez dê herî kêm dû terman bibînim.” Piştre cardin peyam ji min re hat. Got  li benda te ye. Ez demijimêr derdora 21.30an de çûm salona şahiyê ya ku A.K lê bû. Dema hat çek pê re bû û çek da min.”

F.A îdiakir ku A.K ji wî re gotiye ku ew dê cîpek reş bişelînin û dibêje: “A.K ji min re got ku amajeyekê bide otomobîlê. Min jî ameje dayê. Otomobîl rawestiya, şofêr peyabû. Ez jî çûm cem şofêr. Piştre  A.K hat, destpêkê teqe li şofêr kir. Piştre ji aliyê rastê teqe li hindirê otomobîlê kir. Piştre li aliyên din geriya. Ez jî bi wê tirsê,  ji min re got ku ez çante hildim. Min jî çante hilda. Got min li koltuxê pişt siwar be. Wî bixwe jî term pişkinîn kirin. Piştre got min cilan biavêje kêleka rê. Ez navê gund nizanim, tenê di hindirê wan wan de 300 lîre derketin, ew jî Abdullah birin. Min ti tiştek nebir. Piştre em çûn Qoser, Mêrdîn, Midyatê û piştre careke din em çûn Nisêbînê. Piştre derdora 02.30an de ez li ser rêyên asin peya kiri,. Çek di bi A.K bû. Piştî bûyerê got min deyne bin koltux, min jî li ser daxwaza wî çek danî û piştre min dest neda çekê.”

Tohmetbar A.K jî îfadeyên xwe yên li navenda Cendermeyê dûbare kirin û îdia kir  ku F.A ew kuştin pêkanîne û got: “Dema F.A ji Iraqê hat, em li mala hevalê min  yê Ç. Civiyan. Roja ku bûyer pêkhatiye, em li mala hevalê min yê Ç. Civiyan. Deynê min û F.A hebûn. Me biryar da ku em ew kesên ji Iraqê bên bişelînin. Min şofêrtiya otomobîlê kir, me otomobîleke reş ya ji rêzê şopand. Min çek jî nexist destê xwe. Ez sibehê hatim malê, malbata min telefona min kir û gotin bi ser malê de girtine. Piştre em hatin destserkirin.”

Tohmetbar A.K derbarê ew kesên ku F.A wek kesên ji “dewleta kûr” bi nav dikirin de jî got: “ Mijara Tolga, Ugur û Mehmet ku di îfadeyên F.A de derbas dibe rast e. Ev ew kes in ku min di xeyala xwe de çêkirine.”

Piştî îfadeyê dadwer  derbarê kesên bi navên F.A, A.K û M.Y bi tohmeta: “şelandina şev yan jî veşartina delîlên tawaneke din yan jî kuştina  bi armanca ku neyê destesekirin, ” biryara girtinê da. Derbarê tawanbarê bi navê Ç.B jî bi tohmeta  “veşartina tawanê”  biryara girtinê da.

Gumanbarê din yê bi navê M.Ş jî di îfadeya xwe ya li dadweriyê de diyar kir ku ew roja bûyerê  bi tesadûfî  li cihê bûyerê  bûye, piştî îfadeyê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hat azadkirin.

Şeva ku 18ê Çileyê bi 19ê ve girêdibe di demjimêr derdora 01.00an de otomobîla welatiyên Başûrê Kurdistanê ku 5 kesên ji 2 malbatan têde bûn  û ji Dihokê ber bi Amedê ve diçû, li ser rêya Artuklu-Mêrdînê hatibû rawestandin û her 5 kesên di otomobîlê de hatibûn gullebaran kirin.

Di êrîşê de Ebdullah Salih Mustafa (69),  hevjîna wî Çîmen Şahîn Xalid û keça wan Hindirîn Ebdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabûn. Wehîde Heyder Casim (63) û kurê wê Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bibûn û bo nexweşxaneyê hatibûn rakirin, lê tevî hewildanan wan jî canê xwe ji dest dabûn.

Demek kurt piştî bûyerê 4 kes û piştre jî 2 kesên din derbarê bûyerê de weke gumanbar hatibûn destserkirin.

Berpirsên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de bang li aliyên peywendîdar yên Tirkiyê kiribûn ku demildest bûyerê zelal bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst