Konsulê Koreya Başûr: Dê Hewlêr her tim di dilê min de bimîne

23-01-2022
RÛDAW
Nîşan Koreya Başûr Omîd Xoşnav Choi Kwang-Jin Hewlêr Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin ku dema erka wî bi dawî bû ji bo xatirxwestinê serdana parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ki û got “Ez ti carî Hewlêr û dostên vî bajarî ji bîr nakim. Hewlêr dê her tim di dilê min de bimîne.”

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin ku heyama 3 salan a erka wî li Herêma Kurdistanê bidawî hat, ji bo xatirxwestinê serdana Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav kir.

Kwang-Jin ji bo pêwendî, hemahengî, hevkarî û asankariyên ku di dema erka wî de hatine kirin spasiya parêzgarê Hewlêrê kir û got “3 salên dawîn ên ku min li Hewlêrê derbas kir, salên herî xweş yên jiyana min bûn. Ez ti carî Hewlêr û dostên vî bajarî ji bîr nakim. Hewlêr dê her tim di dilê min de bimîne. Îro jî ji ber ku ez ji we vediqetim, xemgîn im.”

Omîd Xoşnav jî diyar kir ku Konsolos Kwang-Jin di dema erka xwe de gelek xizmetên siyasî, çandî û hunerî pêşkêşî Hewlêrê kir û wiha berdewam kir “Koreya Başûr 17 sal in nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Hewlêrê heye. Di vê demê de we nîşan da ku hûn dostên me yên rasteqîn in. Ji ber ku hûn ji nav me vediqetin em jî xemgîn in. Ji bo erk û xebata we yên nû serkeftinê dixwazin.”

Di dema serdanê de parêzgar Omîd Xoşnav plaketek ku tê de Hewlêrê bi bîr dixîne pêşkêşî Konsulê Koreya Başûr kir.

Konsulê giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang-Jin di hevpeyvîneke ku berê dabû Rûdawê de gotibû “Kurdistan di rêya rast de dimeşe û gavên baş diavêje. Di warê aborî û siyasî û peywendiyên navdewletî de gelek pêşketiye. Ez destxweşiyê li rêveberî û gelê Kurdistanê dikim.”

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Choi Kwang-Jin di dema erka xwe de du caran serdana Rûdawê kir û di 22ê Cotmeda 2020an de Ji ber rûmala ahenga Roja Niştimanî ya Koreya Başûr, konsolxaneya wî welatî ya li Hewlêrê Xelata Rêzgirtinê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê kir

Herwiha Konsulê Giştî yê Koreya Başûr yê li Herêma Kurdistanê Choi Kwang-Jin roja Çarşema 14ê Nîsana 2021ê bi mebesta gihandina xelat û belgeya serkevtinê ya îmzeya wezîrê derve yê welatê xwe Chung Eui-yong li ser e, serdana Navenda Tora Medyayî ya Rûdawê kir û xelatê pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst