Îranê bi mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

22-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê îro careke din baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di di nav axa Herêma Kurdistanê bi mûşekan bombebaran kir.

Li gor agahiyan, baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ya dijberê Îranê ye, li sînorê Pirdê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de hatiye bombebarankirin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hisên Yezdanpenah ji Rûdawê re ragihand, “Îranê bi çend mûşekan baregeheke PAKê bombebaran kiriye, lê heta niha zirarên êrîşê nehatine zanîn.”

Peyamnêrê Rûdawê li bajarokê Qeladizê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ku dikeve ser sînorê qezaya Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, vîdyoyek tomar kiriye ku têde mûşekeke Îranê di esman de tê dîtin ku ber bi kûrahiya axa Herêma Kurdistanê tê.

Herwiha bi gotina hin şahidan, li navçeya Koyê jî dengê dronan li esmanê Koyê tê bihîstin û hêzên pêşmerge yên PDKÎ teqe li dronan dikin.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Mihemed Salih Qadirî peyamnêrê Rûdawê Behroz Fereydûn re got, “dronên çavdêriyê li ser hemû baregehên me hene û metirsiyek mezin li ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê heye.”

Mihemed Salih Qadirî herwiha diyar kir, “Em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin tedbîrên bilez li dijî wan êrîşan werbigre.”

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst