Xwêya taybet a Erzinganê hinardeyî Ewropayê tê kirin

22-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Xwê Erzingan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzinganê xwêya xwezayî tê berhemanîn. Her roj karker berê xwe didin navçeya Kemahê ya wê parêzgehê û bi ked û westabûneke zêde xwê ji hewzan derdixin.

Li hewzên xwêya xwezayî yên li navçeya Kemahê ya parêzgeha Erzînganê karker ji bo bikaribin ji nav avê xwê berhev bikin, di germayeke zêde de kar dikin. Ev xwê ligel firotina bazara navxwe bo welatên wek Holanda, Almanya, Îtalya û Koreyê jî tê hinardekirin.

Xwediyê Kargehê Sefa Tanrikulu anî ziman, “Em her sal meha Gulanê dest bi kar dikin û karê me heta meha Îlon û Cotmehê jî berdewam dike. Wate em 5 mehan xwê berhem tînin. Em tenê dikarin havînê vî karî bikin. Ji ber zivistanê hilmûgulm çênabe, karê me disekine.”

Ji ber ev xwê ji kaniya xwezayî ye, di çêkirina penirê meşkê, tirşû û pelên apraxan de tê bikaranîn ku demeke dirêj nahele ew berhem xirab bibin.

Xwediyê Kargehê Sefa Tanrikulu her wiha got, “Di nav hinek corê xwêyên kaniyan de ligel 84 mineralan madenên giran wek zîv, mangan û hesin jî hene. Lê di nav xwêya Kemahê de ev mineral li gor pîvanê ne. Ji ber ku em bi rêbaza hilmê û bê ku madeyekî kîmyayî bixin navê, bi alîkariya tavê berhemtînin xwêyeke ji sedî sed tendirûst e.”

Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê beriya 2 salan ev xwêya xwezayî bi navê navçeyê hatiye tomarkirin û her sal 2 hezar ton xwê ji vê kaniyê tê berhemanîn ku li ser rûberê 40 hezar metrekare hatiye sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst